Lehiyên Firatê ziyan li 3 hezar û 769 malbatan kir

Lehiya Çemê Firatê li Dêrazorê û Reqayê bandor li 3 hezar û 769 malbatan kiriye, deverên berfireh ên zeviyên çandiniyê bin av kiriye û 28 stasyonên avê ji xizmetê derxistine.

Lehiyên Firatê ziyan li 3 hezar û 769 malbatan kir
31 gulan, 2026   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber zêdebûna herikîna avê ya Çemê Firatê ji Tirkiyeyê û zêdebûna berdana avê ji bendavan, li parêzgehên Dêrazorê û Reqayê di rojên dawî de lehî rabû.

Bi zêdebûna xetereyên li ser bendavê re, Wezareta Enerjiyê ragihand ku wan 4 deriyên rijandinê li Bendava Firatê vekirine. Wezaretê diyar kir ku wan bi vê gavê avahiya bendavê û pergala hilberîna elektrîkê parast û zexta avê ya ji ber bilindbûna asta avê sivik kir.

Ziyan bi giranî li Parêzgeha Dêrazorê çêbûn. Li gorî jimartina destpêkê ya ku îro ji hêla parêzgarê Dêrazorê ve hat ragihandin, hejmara malbatên bandordar li wan bûye li gundewarên rojava û rojhilat gihîştiye 3 hezar û 769 malbatan, di heman demê de bi hezaran hektar erdên çandiniyê binav bûne.

Hat ragihandin ku hezar û 075 xanî bi tevahî an qismî zirar li wan bûne, her wiha  42 pompên çandiniyê yên saziyên hikûmetê û 410 pompên taybet binav bûne, 28 îstasyonên avê bi tevahî wêran bûn, û 39 yên din jî qismî zirar li wan bûye.

Li Parêzgeha Reqayê, lehiyê ziyan li nêzîkî 2 hezar donim erdên çandiniyê kiriye, her weha li hin îstasyonên avê jî ziyan bûye.

Her wiha lehiyê çend pirên demkî (bendên axê) li deverên gundewarî yên Dêrazorê û Reqayê, bi taybet yên ku gundên li her du qeraxên çem bi hev ve girêdidin, li ber avê çûne.

Di nûvekirina xwe ya fermî ya dawî de, Wezareta Rewşên Awarte û Rêveberiya Karesatan ragihand ku asta ava Çemê Firatê vegeriyaye rewşa normal, û diyar kir ku heta niha pêlên lehiyê yên nû nehatine dîtin. Wezareta Enerjiyê her wiha diyar kir ku piştî ku xetera yekser derbas bû, kêmkirina berdana avê dest pê kiriye.

(k)