PYD’ê li Şêranê civînek li dar xist

PYD’ê bi boneya salvegera damezirandina PKK’ê li Şêranê civîneke gel li dar xist.

PYD’ê li Şêranê civînek li dar xist
PYD’ê li Şêranê civînek li dar xist
PYD’ê li Şêranê civînek li dar xist
PYD’ê li Şêranê civînek li dar xist
PYD’ê li Şêranê civînek li dar xist
PYD’ê li Şêranê civînek li dar xist
PYD’ê li Şêranê civînek li dar xist
PYD’ê li Şêranê civînek li dar xist
PYD’ê li Şêranê civînek li dar xist
23 mijdar, 2023   16:26
KOBANÊ

Bi wesîleya salvegera damezirandina PKK’ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Şêran a Kobanê civînek li dar xist. Civîn li navenda PYD’ê a navçeyê pêk hat.

Hevserokê Meclisa Navçeya Şêranê Xelîl Mehmûd di civînê de axivî û got: “Her xwestin Kurdan bihelînin. Dewletên ku Kurdistan dagir kir jî her li qirkirin û kuştina Kurdan digeriyan. Armanca wan a sereke ew e ku neteweyeke bi navê Kurd nehêlin.”

Xelîl Mehmûd wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelek şoreş ji bo mafên Kurdan rabûn; Şêx Seîd, Seyîd Riza û Qazî Mihemed lê dîsa jî dijmin ew bi tunebûnê re rû bi rû kirin. Lê 6 kesan li gundê Fîsê jiyaneke nû da destpêkirin, şewqa wê ronî da Kurdistanê û Partiya Karkerên Kurdistanê hat damezirandin.”

Ji rêveberiya Kongra Star a Şêranê Litfiye Silêman jî wiha axivî: “Bi rihê milîtanên rast û bi rihê berxwedana zîndanan gerîla berxwedaneke dîrokî dikin. Dijmin êdî gêj û şaş maye li hemberî berxwedana jinan û bi bin dikeve. Bi rihê PKK’ê hêza me jî xurt dibe.”

Piştî axaftinan beşdaran berxwedana gelê Rojava û Bakur û Rojilatê Sûriyeyê nîqaş kir.

(sş)

ANHA