Li Dêrazorê şanoya têkildarî êşên jinan û têkoşîna wan

Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê şanoyek têkildarî êşên jinan, bandorên wê li ser civakê û jinan pêşkêş kir.

Li Dêrazorê şanoya têkildarî êşên jinan û têkoşîna wan
Li Dêrazorê şanoya têkildarî êşên jinan û têkoşîna wan
Li Dêrazorê şanoya têkildarî êşên jinan û têkoşîna wan
Li Dêrazorê şanoya têkildarî êşên jinan û têkoşîna wan
Li Dêrazorê şanoya têkildarî êşên jinan û têkoşîna wan
Li Dêrazorê şanoya têkildarî êşên jinan û têkoşîna wan
23 mijdar, 2023   16:43
DÊRAZOR

Bi diruşma ′Li dijî her cureyên tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî′ Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê bi hevkariya Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Dêrazorê şanoyek der barê êşên jinan di civakê de û tundiya li ser wan de pêşkêş kir.

Şano li hola Meclisa Herêma Rojava ya bajarokê Kîsra yê gundewarê rojavayê Dêrazorê bi beşdariya rûspiyên herêmê, nûnerên saziyên sivîl û herêmî yên li Dêrazorê hate pêşkêşkirin. Beşdaran aktorbûna endama Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê Îkram El Meşoh, endama Komîteya Çand û Şûnwaran Tehanî El Elî û peyama xurt a ku pêşkêş kirine, silav kir.

Şanoyê bal kişand ser pirsgirêka tundiya li dijî jinê û bandorên wê yên neyênî li ser civakê û di aliyeke din de jî di şanoyê de behsa girîngiya wekheviya di navbera her du zayendan de, teşwîqkirina li ser diyalog û fikrandina avaker a der barê vê doza hestiyar, kir.

Ev şano, di çarçoveya rêzeçaakiyên hişyarî û zanakirina der barê doza tundiya li dijî jinan de û teşwîqa beşdariya civakê û xebata ber bi guhartina erênî ve pêk hat.

(fr)

ANHA