Li Minbic û Helebê çalakiyên têkildarî tundiyê

Li bajarên Minbic û Helebê rêzeçalakiyên têkildarî tundiya li dijî jinan hatin birêxistinkirin.

Li Minbic û Helebê çalakiyên têkildarî tundiyê
Li Minbic û Helebê çalakiyên têkildarî tundiyê
Li Minbic û Helebê çalakiyên têkildarî tundiyê
Li Minbic û Helebê çalakiyên têkildarî tundiyê
Li Minbic û Helebê çalakiyên têkildarî tundiyê
Li Minbic û Helebê çalakiyên têkildarî tundiyê
Li Minbic û Helebê çalakiyên têkildarî tundiyê
Li Minbic û Helebê çalakiyên têkildarî tundiyê
Li Minbic û Helebê çalakiyên têkildarî tundiyê
Li Minbic û Helebê çalakiyên têkildarî tundiyê
23 mijdar, 2023   16:13
MINBIC

Di çarçoveya çalakiyên hemleya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, Yekîtiya Rewşenbîran a Minbicê bi beşdariya endamên Nivîsgeha Jinan a Sûriyeyê, endamên Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê, rewşenbîr û endamên saziyên jinan ên bajêr li Pirtûkxaneya Menla Xizeyl panelek hat lidarxistin.

Di panelê de, hevseroka Rêxistinên Civaka Sivîl Fatima Beko axaftin kir. Fatima wiha axivî: “Mêr bi demê re cihê pîroz ê jinan jê stend, gelek qeyd û bend li ser ferz kirin û tundî li dijî wê bi kar anî. Ev tundî bi rêbazên cuda mîna reftar, karên ferdî û komî xwe dane der û zirareke mezin da jinan, her wiha ew biçûk xist û asta wê di civakê de daxist, ew ji mafên wê yên sereke jî bêpar hişt. Rêbazên tundiyê gelek in, dibe ku bi rêya gefxwar, xapandin, tacîz, destdirêjî, biçûkxistina jinan, heqaretlê kirin û tundî bi rêya gotinê û kirinan be.”

Endama rêveberiya Nivîsgeha Jinan a Rêxistinên Civaka Sivîl Lemya Xelo jî bal kişand ser rewşa jinan li gel dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê li Minbicê û wiha domand: “Dema ku çeteyên DAIŞ`ê dest danî ser bajaran, di nav de kuştin û revandin sûcên li dijî jinan zêdetir bûn. DAIŞ`ê bi hemû rêbazan hewl da ku tenê jinan wekî fîzîk/laş nîşan bide. Gelek jin bi sûcên DAIŞ`ê re rû bi rû man, her wiha jin û keç neçarî zewaca bi çeteyan re hatin kirin. piştî ku piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji DAIŞ`ê hatin rizgarkirin û xelkê herêmê ji karên wê yên qirêj hat xilaskirin, êdî gelê herêmê bi êriş û dagirkeriya dewleta Tirk re rû bi rû maye.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, deriyê nîqaşê hat vekirin. Beşdaran got ku ji bo jin azadiya xwe bi dest bixin pêdivî bi qanûn an rêxistinên jinan ku jinan biparêzin û dengê wan bigihînin cîhanê, heye.

HELEB

Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî jî bi sernavê “Rastiya Jin” semînerek da. Semîner li navenda Malbenda Karê û Aktîvîteyên Çandî û Fikrî ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat dayîn.

Di semînerê de hevseroka malbendê Leyla Xalid axivî. Leyla diyar kir ku ji bo femkirina tundiya li ser jinan tê kirin, divê li dîrokê bê vegerandin û civaka xwezayî heta dewleta Sumeran û pêvajoya şikestina jinan bê femkirin.

Leyla bi bîr xist ku jinan di civakê de pêşengtî dikir û got divê her kes ji bo vegerandina cihê jinan û çareserkirina pirsgirêkên civakî ku encama şikestinên jinan e, bixebite.

Leyla îşaret bi rola jinan di Şoreşa Rojava de jî kir û got; “Jinan di şoreşê de xwe di hemû qadan de îsbat kir û bû xwediya biryarê.”

(c)

ANHA