Projeya jimêrkerên elektrîkê gihaşte Çilaxayê

Rêveberiya Elektrîkê ya Çixalayê dest bi dayîna jimêrkerên elektrîkê kir. Bi vê gavê re dê elektrîk bigihêjê tevahiya şêniyan.

Projeya jimêrkerên elektrîkê gihaşte Çilaxayê
Projeya jimêrkerên elektrîkê gihaşte Çilaxayê
Projeya jimêrkerên elektrîkê gihaşte Çilaxayê
Projeya jimêrkerên elektrîkê gihaşte Çilaxayê
30 nîsan, 2026   03:15
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Di çarçoveya projeya Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser de ku sala 2023`yan dest pê kiribû, Rêveberiya Elektrîkê 26`ê Nîsanê dest bi dayîna jimêrkerên elektrîkê yên elektronîk kir. Projeyê ji bo ku elektrîk bikeve nava sîstemekê û bigihêjê tevahî şêniyan, dest pê kiribû. 

Li tax, bazara navendî û saziyên Çilaxayê û gundê Xirab Bacar derdora 2 hezar û 500 jimêrkerên elektrîkê dê werin dayîn.

Şêniyên Çilaxayê bi vê projeyê kêfxweş bûne û wek gaveke erênî ku elektrîk bi edalet were belavkirin, nirxand.

Welatiyê bi navê Zuhêr El Omer got: “Bi porjeya jimêrkerên elektrîkê re dê pirsgirêkên elektrîkê çareser bibin û elektrîk bi edalet li ser şêniyan were belavkirin. Em kêfxweş in ku projeyeke wisa dest pê kiriye û bi taybet demsala havînê nêz dibe. Rêveberiya Elektrîkê di van şert û mercên zehmet ên aborî de xizmeteke mezin ji welatiyan re dike.”

Têkildarî heman mijarê rêveberê Rêveberiya Elektrîkê ya Çilaxayê Behmen Osman got ew hewl didin di mehekê de jimêrkerên elektrîkê yên elektronîk li Çilaxayê bi dawî bikin.

Her wiha Osman agahî da ku ew li navenda bajar, bazara navendî, sazî û li gundê Xirab Bacar jimêrkerên elektrîkê yên elektronîk deynin. Ji bo gundên Çilaxayê yên dîtir jî diyar kir ku xeta elektrîkê ya hinek ji gundên Çilaxa girêdayî Rimêlan in û hinek jî girêdayî Tirbespiyê ne û dema li wan bajarok û bajaran jimêrkerên elektrîkê deynin, dê li wan gundan jî deynin.

(np)

ANHA