‘Divê YPJ bi fermî cihê xwe di nava artêşa Sûriyeyê de bigire’

Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Kobanê Xunav Xelîl diyar ku ji bo ku YPJ bi fermî di nava artêşa Sûriyeyê de cih bigire û were qebûlkirin kampanyayek hatiye destpêkirin û piştgiriya wê kampanyayê dikin. Xunavê got "YPJ nasname, hêz û vîna hemû jinan e, em ê her tim ji bo hêza xwe di nava têkoşînê de bin."

‘Divê YPJ bi fermî cihê xwe di nava artêşa Sûriyeyê de bigire’
30 nîsan, 2026   06:50
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava di daxuyaniyekê de ragihandibû ku di 26’ê Nîsanê de kampanyayek ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dest pê kiriye. Armanca kampanyayê ew e ku YPJ bi fermî di nava Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê de cih bigire û di entegrasyonê de beşdar bibe.

Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Kobanê Xunav Xelîl der barê mijarê de ji ANHA`yê re axivî.

Xunav Xelîl diyar kir ku piştî Peymana 29`ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, gavên destpêkê ji bo entegireyê hatine avêtin, lê hîn jî pirsgirêk hene û wiha got: "Di aliyên îdarî de hinekî astengî hene, lê hikumet jinan di aliyê leşkerî de qebûl nake. Lê bi diyalog û hevdîtinan ev pirsgirêk dikarin werin çareserkirin."

Di dewama axaftinê de Xunav ev tişt anî ziman: "Pirsgirêka sereke niha li ser statûya YPJ`ê ye. Ji ber ku hikumetê QSD`ê qebûl kiriye, lê hêzên YPJ`ê hîn jî bi awayekî resmî nayê qebûlkirin. Hêzên YPJ`ê wekî hêza QSD`ê ye û divê ev hêz jî wek hêzeke leşkerî ya YPJ`ê bi fermî cihê xwe di nava Wezareta Sûriyeyê de were misogerkirin."

Xunav Xelîl da zanîn ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi navê ku di nav hêzên xwe de hêzeke taybet a jinan tune ye û dibêje ku YPJ`ê wek hêzeke fermî qebûl nakin û got: "Hêzên YPJ`ê temsîla hemû jinan dikin û ew hêza hemû jinan e, ji ber ku hemû jin bi saya hebûna YPJ`ê xwe nas kirin, mafê xwe nas kir û xwe ji koletî û tundiyê rêzgar kir. Lê hikumeta demkî ya Sûriyeyê hebûna YPJ`ê di nava entegrasyonê de qebûl nake.”

Di berdewama axaftinê de Xunavê bal kişand li ser kampanyaya ji bo piştgiriya hêzên YPJ`ê dabûn destpêkirin û wiha got: "Kongra Star a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê di 26`ê Nîsanê de piştgiriya xwe ji hêzên YPJ`ê re da nîşandan. Em jî wek Koordînasyona Kongra Star tevlî kamkanyayê dibin û em ê ji bo piştgiriya YPJ`ê da ku cihê xwe di entegrasyonê de bigire têkoşîn bikin. Em ê berxwedana xwe xurttir bikin û ji bo ku YPJˊê cihê xwe di nava Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de bigire em ê tê bikoşin."

‘YPJ HÊZA HERÎ XURT E’

Xunavê daxwaz kir ku girtiyên jin ên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê dîlgirtî ne werin berdan û cenazeyên şehîdan radestî wan bikin û dawî li gotina xwe anî: "Em ji hêza xwe ya YPJ`ê bawer in, ji ber ku YPJ`ê hêza herî xurt di cîhanê de ye. YPJ`ê di Kobanê de terora herî xeter têk bir, ji ber vê yekê divê hêzên YPJ`ê di nava artêşa Sûriyê de cih bigire. Em jî tev li kampanyayê dibin û piştgiriyê didin YPJ`ê da ku bi fermî di nava artêşa Sûriyeyê de cih bigire."

(fr)

ANHA