Ji bo parastina ekolojiyê seyran qedexe kirin

Şêniyên gundewarên Dêrik û Tirbespiyê ji bo jîngehê biparêzin qedexe kir ku kesek ji bo seyranê were gundê wan.

Ji bo parastina ekolojiyê seyran qedexe kirin
Ji bo parastina ekolojiyê seyran qedexe kirin
Ji bo parastina ekolojiyê seyran qedexe kirin
Ji bo parastina ekolojiyê seyran qedexe kirin
Ji bo parastina ekolojiyê seyran qedexe kirin
Ji bo parastina ekolojiyê seyran qedexe kirin
Ji bo parastina ekolojiyê seyran qedexe kirin
Ji bo parastina ekolojiyê seyran qedexe kirin
Ji bo parastina ekolojiyê seyran qedexe kirin
30 nîsan, 2026   07:40
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Demsala biharê şênî ji gelek herêmên Cizîrê derdikevin seyranê, diçin gundên Tirbespiyê, di Çilaxa û Girkê Legê re derbas dibin heyanî Dêrikê. Li vê herêmê çemê Dîcle, bendav û kanî hene. Şênî bi taybet dawiya hefteyê derdikevin seyranê derdor û jîngehê bi giştî naparêzin, çopê diavêjin erdê û di nav daran de agir pê dixin.

Li bajarê Tirbespiyê şêniyên gundên Dêrna Qulinka û Elî Bedranê qedexe kirin ku ji bo seyranê werin gundên wan. Li Dêrikê jî şêniyên gundê Carûdiyê nema destûrê didin ku ji bo seyranê werin gundên wan. Ji ber çop gelekî avêtine û ziyan gihandine jîngehê.

Şêniyên van gundan dest bi hemleya paqijkirinê kir û nema destûrê didin ku kesek ji bo seyranê were gundê wan.

Şêniyên gundan ji bo çopê cih diyar kiribûn, lê yên diçin seyranê çopê diavêjin derdorê û ziyanê digihînin xwezayê. Bi taybet çop avêtine bendava El Sefan a gundê Carûdiyê û avê gemar dikin. Xelkên Dêrik, Girkê Legê û Qamişlo jî ji bendava El Sefan avê vedixwin.

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Mihemed Şefa Silêman ê ji gundê Carûdiyê got gelek xelk ji bo seyranê têne gundê wan lê gelekî çopê diavêjin hawîrdorê, agir pê dixin û daran qut dikin. Her wiha anî ziman ku wan seyran bi rêxistin kirine û cih ji çopê re diyar kirine lê dîsa jî şêniyên têne seyranê ne baldar in, jîngehê gemar dikin û çopê diavêjin bendava El Sefan. Ji ber vê yekê qedexe kirin ku ji bo seyranê werin gundê wan.

Silêman da zanîn ku li gundê Zihêriyê, Eyn Dîwer, Çem Şeref, Hiyaka û Girê Vira heman pirsgirêkên paqijiyê derketine. Silêman daxwaz ji şêniyan kir ku çopa xwe neavêjin derdor û jîngehê biparêzin.

(np)

ANHA