Emîne Erciyes û hevrêyên wê li Qamişlo hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star fermandar Emîne Erciyes, gerîlayên YJA Starê şehîd Ekîn Amara doldar û Zîn Zargors bi merasîmekê bi bîr anîn û diyar kirin ku ew li şopa şehîdan in.

Emîne Erciyes û hevrêyên wê li Qamişlo hatin bibîranîn
Emîne Erciyes û hevrêyên wê li Qamişlo hatin bibîranîn
Emîne Erciyes û hevrêyên wê li Qamişlo hatin bibîranîn
Emîne Erciyes û hevrêyên wê li Qamişlo hatin bibîranîn
Emîne Erciyes û hevrêyên wê li Qamişlo hatin bibîranîn
Emîne Erciyes û hevrêyên wê li Qamişlo hatin bibîranîn
Emîne Erciyes û hevrêyên wê li Qamişlo hatin bibîranîn
11 îlon, 2025   15:22
QAMIŞLO

Ji bo endama Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û YJA Starê û endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes (Nazli Taşpinar) û gerîlayên YJA Starê Zîn Zagros (Leyla Acar) û Ekîn Amara Toldar (Şehrîban Akin) yên ku 20'ê Nîsana 2020'î li herêma Garê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star merasîma bibîranînê organîze kir.

Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê ya kantona Cizîrê bi amadebûna xelkê ji tevahî herêman, fermandarên leşkerî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Rêxistinên Civaka Sivîl, şêx û rûspiyên eşîran hat lidarxistin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Cewaher Osman şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Bejna xwe li ber fedakarî û têkoşîna malbatên şehîdan ditewînim. Şehîd Zîn Amara, Ekîn û Emîne di oxira eşqa xwe ya ji jiyana demokratîk a azad re şehîd bûn."

Piştre endama rêveber a Kongra Star Hediye Yûsif axivî û got: "Sersaxiyê ji dayikên ku ewladên xwe di oxira em bigihînin vir de dane, dikim. Em hevrê Emîne, Zîn û Ekîn û Bêrîtan Amed bi bîr tînin."

Piştre endama rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hûriye Şemdîn sersaxî da malbatên şehîdan û diyar kir ku ew li ser şopa wan a paqij in û got: "Ji destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, jin di warên siyasî, leşkerî de pêşentiyê dike."

Merasîm bi stranên şoreşgerî ji hêla tevgera çandê ya kantona Cizîrê ve bi dawî bû.

(fr)

ANHA