YRA'yê bi boneya salvegera ajansa me peyamek weşand

YRA'yê salvegera 13'an a ajansa me pîroz kir û diyar kir ku "ANHA'yê wekî deng û platformeke azad li hemberî hemleyên dezînformasyon û nixumandina rastiyan derket holê."  

YRA'yê bi boneya salvegera ajansa me peyamek weşand
1 adar, 2026   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya salvegera 13'emîn a damezirandina ajansa me Ajansa Nûçeya a Hawar (ANHA) peyamek weşand.

YRA'yê di peyama xwe de malbata ANHA'yê  pîroz kir û got, ANHA'yê di qonaxên dîrokî de weke deng û platformek azad li hemberî hemleyên dezînformasyon û nixumandina rastiyan derket holê.

Berdewama peyama YRA'yê wiha ye:

"Di van 13 salan de, ANHA bi şopandina bûyerên li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî hebûna xwe îspat kir. Agahî, dîmen û wêneyan ji çavkaniyên sereke vegdiguhezîne. Pîvanên azadî, edalet û mafên gelan diparêze û teqez dike ku ragihandin berî ku bibe tenê wesîleyek veguhestina nûçeyan, nameyek sincî û berpirsiyariyeke civakî ye.

Bi vê boneyê em şehîdên peyva azad ji hevkarên xwe yên ANHA'yê; Dilîşan Îbiş, Rizgar Denîz, Hogir Mihemed, Seed Ehmed, Îsam Abdullah û Cîhan Bilgîn ku di oxira heqîqetê de giyana xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin. Her wiha em dilsoziya xwe bi peyama wê ya ragihandina azad û serbixwe, hemû kedên tekûzkirina çapemeniya azad ku cihêrengiya civakê nîşan didin û rûmeta mirovan diparêzin re, nû dikin."

(bb)