Piştî serdana Kalin, PDK’ê hevdîtinên xwe bi YNK’ê re rawestandin

Piştî serdana Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin bo Hewlêrê û hevdîtina wî ya bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re, PDK’ê hevdîtinên xwe yên bi YNK’ê yên li ser avakirina îdareya Kerkûkê rawestandin.

Piştî serdana  Kalin, PDK’ê hevdîtinên xwe bi YNK’ê re rawestandin
29 ÇILE, 2024   18:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî serdana Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin bo Hewlêrê û hevdîtina wî ya bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re, PDK’ê hevdîtinên xwe yên bi YNK’ê yên li ser avakirina îdareya Kerkûkê (parêzgarê Kerkûkê) rawestand.

Li gorî çend agahiyên ku bi dest ajansa me ketine, bi fermana Mesûd Barzanî, PDK’ê hevdîtinên xwe yên bi YNK’ê yên li ser avakirina îdareya Kerkûkê (parêzgarê Kerkûkê) rawestand.

Biryar bû PDK û YNK roja Çarşemê bê di derbarê Kerkûkê de bicivin, pêkanîna îdareya xwecihî, parêzgarê Kerkûkê û Mûsilê gotûbêj bikin. Lê ev civîn li ser fermana Mesûd Barzanî hate betalkirin.

Serokê MÎT’a Tirk Îbrahîm Kalin duh bi serdanekê gihişt Hewlêrê û li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî civiya.

Li gorî agahiyên bidest ketine, yek ji mijarên sereke yên hevdîtina Kalin û Barzanî îdareya Kerkûkê bû. Di hevdîtinê de Serokê MÎT’ê ji Barzanî re gotiye ku ew naxwazin PDK li gel YNK’ê îdareya Kerkûkê pêk bîne.

Piştî vê peyam an jî fermana Serokê MÎT’ê ya derbarê Kerkûkê de ji Barzanî re, Mesûd Barzanî jî bi hinceta ku ji siyaset û helwestên YNK’ê bifikare, pêvajoya guftigoyên PDK’ê yên bi YNK’ê re li ser îdareya Kerkûk û Mûsilê betal kir.

 Li gorî agahiyan, rawestandina hevdîtinên PDK û YNK’ê bi wê yekê ve girêdayî ye ku YNK dê li hember daxwazên dewleta Tirk a dagirker yên dijberiya PKK’ê çok dayne û bikeve eniya PDK û dewleta Tirk. Lê li gor tê dîtin YNK li hember daxwaza hevpar ya MÎT û PDK’ê serî natewîne.Li gorî heman agahiyên bidest ketine, Serokê MÎT’ê li Hewlêrê bi nûnerên Tirkmenên Kerkûkê hevdîtin pêk aniye û ji wan re gotiye, bi PDK’ê re di nava têkiliyê de bin û bi YNK’ê re tifaqê nekin. Herwiha Serokê MÎT’ê ji nûnerên Tirkmenên Kerkûkê re gotiye ku wan garantî ji Barzanî wergirtine ku derbarê Kerkûkê de tifaqê li gel YNK’ nakin.

Di 18’yê Kanûna 2023’yan de li gel parêzgehên Iraqê hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatin kirin. YNK’ê 5 kursî û PDKê jî 2 kursî bidest xistin.

Piştî encaman Wezîrê Derve yê Tirk Hakan Fîdan bi Tirkmenên Kerkûkê re civiya û daxwaz ji wan kir ku bi PDK’ê û Ereban re tifaqê bikin û xwe nêzîkî YNK’ê nekin.

Îro piştî 42 rojan ji hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, ji bilî Rakan Cibûrî hemû endamên hilbijartî yên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li pêş serokê dadgeha Kerkûkê sonda yasayî xwarin.