Dayikê xewna xwe pêk anî, refa 9`an bi dawî kir dixwaze refa 12`an jî bixwîne

Vegera li xwendinê ji bo Nisrîn Ehmed Mûsa ne gaveke derengmayî bû, ew xewnek kevin ji zarokatiyê ve heta niha pê re bû. Piştî salên xebat û rakirina berpirsyartiyê wê bi piştgiriya keça xwe bi xwendinê re rûpeleke nû vekir.

Dayikê xewna xwe pêk anî, refa 9`an bi dawî kir dixwaze refa 12`an jî bixwîne
Dayikê xewna xwe pêk anî, refa 9`an bi dawî kir dixwaze refa 12`an jî bixwîne
Dayikê xewna xwe pêk anî, refa 9`an bi dawî kir dixwaze refa 12`an jî bixwîne
Dayikê xewna xwe pêk anî, refa 9`an bi dawî kir dixwaze refa 12`an jî bixwîne
26 tebax, 2026   06:05
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Salan, berpirsyartiyên malbatî û rewşa jiyanî hezkirina Nisrîn Ehmed Mûsa ji xwendinê re qut nekir, Nisrîn 44 salî ye, ji gundê Atêş ê bajarê Hesekê ye û niha li herêma Sifeya ya girêdayî bajarê Hesekê dimîne, piştî qutbûna salên dirêj ji xwendinê bi piştgirî û destekdayîna malbata xwe vegeriya xwendinê.

XEWN JI GUNDÊ ATÊŞ DEST PÊ KIR

Di demekê de ku girîngiyeke mezin ji bo perwerdeyê nedihate dîtin, mamoste ji derveyî herêmê bûn û piraniya wan ji herêmên din ên Sûriyeyê bûn, Nisrîn Ehmed Mûsa heta refa 6`an a dibistanê li gundê Atêş xwend, li gund tenê heta refa 6`an dibistan hebû.

JI XEBATA DI RÊVEBERIYA JIN DE BER BI ÇAND Û HUNERÊ VE

Destpêka Şoreşa Rojava Nisrîn li gelek deveran, a yekemîn jî di rêxistinkirina jinan li Qamişloyê xebat kir, paşê xebatên din pêk anî, ji ber hezkirina ji bo çanda Kurdî û ji bo pêkanîna xwesteka birayê xwe yê şehîd (Hogir Mûsa) yê ku ji çand û hunera Kurdî hez dikir, di qada çand û hunerê de xebitî, ev xebat jî ya herî dawî bû.

Nisrîn ji bo naskirin û fêrbûna çand û hunera Kurdî piştgirî da zarokên xwe, keça wê Jiyan di 6 saliya xwe de tevlî xebatên çand û hunerê bû.

DAYÎKA XWE VEGERAN XWENDINA WÊ

Dema tomarkirina ji bo xwendina refa 9`an a materyalên Rêveberiya Xweser dest pê kir, Jiyan piştgiriya vegera li xwendinê da dayîka xwe, ji ber berpirsyariyên xebatê û malbatê, destpêkê dayîk ev yek red kir, lê ji ber israra keça xwe û xwesta wê ya ji bo domandina xwendinê, wê qebûl kir û navê xwe tomar kir.

Nisrîn Mûsa dibêje keça wê Jiyan di dema pêşkêşkirina ezmûnan de jî pê re bû, weke ku ew bi keça xwe re diçû ber deriyê dibistanê, keça wê Jiyan jî pê re diçû û bi saetan li benda wê dima.

Nisrîn got: “Dema min madeya yekemîn pêşkêş kir, ev yek destek da min ku ez ezmûnê bidomînim, baweriya min jî bi min zêde bû.”

SERKEFTINEK BAWERIYA WÊ ZÊDE KIR

Nisrîna Ehmed Mûsa tevî temenê xwe û qutbûna ji xwendinê di refa 9`an de bi pileyên baş biserket. Kêfxweşiya hevjîn û zarokên wê ji bo wê gelek bû.

REFA 12`AN..XEWNA BI DAWÎ NEBÛYE

Nisrîn da zanîn ku ew ê sala bê ezmûnên refa 12`an jî pêşkêş bike, lê ji bo domandina xwendinê hîn biryara dawî nedaye, ev biryar girêdayî hêz û rewşa derdora wê ye.

Nisrîn Mûsa daxwaz ji hemû jinên Kurd kir ku perwerdeya xwe bidomînin û got: “Îradeya jinan gelek mezin e.”

(sb)

ANHA