Piraniya bajar û navçeyên kantona Cizîrê bê kehrebe mane

Ji ber êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker kehrebe li bajar û navçeyên kantona Cizîrê bi temamî qut bû.

Piraniya bajar û navçeyên kantona Cizîrê bê kehrebe mane
14 ÇILE, 2024   23:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyê ya kantona Cizîrê li ser malpera xwe ya fermî da zanîn ku di encama hedefgirtina kargehên kehrebe gazê ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker de, piraniya wan kargehan rawestiyan.

Balafirên dewleta Tirk a dagirker stasyonên kehrebeyê ya navçeya Amûdê, ya bakurê Qamişlo, ya Tirbespiyê 20/66 KV û ya Siwêdiyê topbaran kirin.

Nivîsgehê destnîşan kir ku di encama van êrişan de navçeyên Dirbêsiyê, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Til Koçer, Til Hemîs û bajarê Dêrikê û beşek mezin ji bajarê Qamişlo û gund û bajarokên wî bê kehrebe mane.

(mh)

ANHA