Li Dêrik 3 dever hatin bombebarankirin

Artêşa Tirk a dagirker li Dêrikê jî 3 deverên stratejîk bombebaran kirin.

Li Dêrik 3 dever hatin bombebarankirin
14 ÇILE, 2024   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

 Balafira şer a dewleta Tirk navenda Tifla ya safîkirina sotemeniyê ya li herêma Koçerat a Dêrikê bombebaran kir. Di encamê de ziyan li amûrên navendê bûn.

Artêşa dagirker stasyona xazê ya li gundê Siwêdiyê yê di navbera Girkê Legê û Dêrikê de 10 caran bombebaran kirin.

Di heman demê de bi balafira bê mirov a bi çek jî stasyona Siwêdiyê ya çêkirina kerebeyê ya li heman deverê kir hedef.

(bb)

ANHA