Pira Dûlab Iwês a Hesekê tê asfaltkirin

Şaredariya Gel a Hesekê dest bi asfaltkirina Pira Dûlab Iwês û cadeya sereke ya pirê kir.

Pira Dûlab Iwês a Hesekê tê asfaltkirin
Pira Dûlab Iwês a Hesekê tê asfaltkirin
Pira Dûlab Iwês a Hesekê tê asfaltkirin
Pira Dûlab Iwês a Hesekê tê asfaltkirin
Pira Dûlab Iwês a Hesekê tê asfaltkirin
Pira Dûlab Iwês a Hesekê tê asfaltkirin
31 gulan, 2025   13:55
HESEKÊ

Şaredariya Gel a Hesekê di çarçoveya plansaziya 2024-2025’an de dest bi xebatên asfaltkirina Pira Dûlab Iwês û kolana sereke ya girêdayî pirê kir.

Pira Dûlabê Iwês yek ji projeyên girîng ên bajêr e, ev pir rêyên taxên başûr û bakur bi hev ve girê dide û dê bibe alternatîfek ji bo Pira El Beyrûtî ya li taxa Xiwêranê. Pir 41 metreyan dirêj e, 8 metreyan fireh e û 5 metreyan jî bilind.

Xebatên çêkirina pirê di nîvê Îlona 2024`an de dest pê kir û heta Gulana îsal berdewam kir. Rêya girêdayî pirê jî bi qasî 500 metre dirêj e.

Li gorî Şaredariya Gel, li gorî standardên teknîk du qatên asfaltê hatine bikaranîn, her wiha ji bo ronahiyê stûn li aliyên pirê û rêya wê hatine danîn.

Ev proje ê dê tevgera trafîkê di nava bajêr de sivik bike. Her wiha dê bibe rêyek alternatîf li şûna Pira El Beyrûtî ku di salên dawî de barê wê giran bûye.

Tê payîn ku projeyên asfaltkirina rêyan li taxên din ên bajêr jî pêk bên.

(k)