Li Reqayê 7 donim zeviya genim şewitî

Li Reqayê 7 donim genim şewitî. Şewat beriya ku rûbereke zêdetir bide ber xwe, hat vemirandin.

Li Reqayê 7 donim zeviya genim şewitî
31 gulan, 2025   13:41
REQA

Li bajarê Kerama yê li rojhilatê kantona Reqayê agir bi zeviyeke genim a kesê bi navê Salih El Celxîf ket û 7 donim şewitî.

Tîmên agirkujiyê bi hevkariya şêniyan şewat vemirand.

Li gorî şêniyan, şewat ji ber şewitandina çopa li nêzî zeviyê derketiye.

(bb)

ANHA