Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo azadkirina dîlgirtiyan bang kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Rojava diyar kir mijara dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê ne tenê dosyayeke siyasî yan jî kaxizek e, lê dozeke mirovî û exlaqî ye. Meclisê destnîşan kir ku dê li pişt doza girtiyên xwe bisekinin heta ku wan azad bibînin.

9 adar, 2026   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Rojava​ der barê dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî de daxuyanî da.

Daxuyanî bi amadebûna malbatên şehîdan û yên dîlgirtiyan û endamên meclis û saziyên sivîl li bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik, Dirbêsiyê û Til Temirê hat xwendin.

QAMIŞLO

Daxuyaniya li bajarê Qamişloyê li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan hate dayîn. Endama meclisê Lîloz Xelîl bi zimanê kurdî û rêveberê meclisê Ubeyd Etê bi zimanê erebî daxuyanî xwendin.

ÇILAXA

Daxuyaniya meclisê ya li bajarê Çilaxa jî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Resafayê bi zimanê kurdî ji aliyê endama meclisê Ahîn Şiwêş ve û bi zimanê erebî ji aliyê endama meclisê Kerîma El Ehmed ve hat xwendin.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê jî daxuyaniyek li pêşiy avahiya meclisê hat dayîn û ji aliyê endamê meclisê Mihemed Resul ve hat xwendin.

TIRBESPIYÊ

Daxuyaniya li bajarê Tirbespiyê li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan bi zimanên kurdî ji aliyê endama meclisê Şîlan Hacî ve û bi zimanê erebî ji aliyê rêveberê meclisê Hisên Xalid ve hat xwendin.

GIRKÊ LEGÊ

Li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Rimêlanê yê Girkê Legê jî daxuyanî hat xwendin. Endama meclisê Zekiya Yûsif bi zimanê kurdî û rêveberê meclisê Hezîn Ebû Zeyd bi zimanê erebî daxuyanî xwendin.

DIRBÊSIYE

Daxuyaniya li Dirbêsiyê jî bi zimanê kurdî ji aliyê endamê meclisê Îbrahîm Hesen ve û bi zimanê kurdî ji aliyê endama meclisê Cîlan Heyder Hemo ve hat xwendin.

Li bajarê Til Temirê endama meclisê Nalîn Seydo bi zimanê kurdî û rêvebera meclisê Çinar Yûsif bi zimanê erebî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Rojava û bi navê her dayikeke ku li benda xeberekê ye ji zaroka xwe û her malbateke ku di rêya rûmeta vê axê de tiştên herî bi qîmet feda kirine, em vê daxuyaniyê pêşkêşî raya giştî ya cîhanê, rêxistinên mafên mirovan û hemû aliyên aktîf di qada Sûriyeyê de dikin."

Meclisê diyar kir ku mijara dîl û girtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê ne tenê dosyeyeke siyasî yan jî kaxezeke bazirganiyê ye, lê dozeke mirovî û exlaqî ye ku bandorê li wijdanê her malbatekê dike.

Her wiha destnîşan kir ku berdewama girtina dîlan di şert û mercên ku kêmî pîvanên dadperwerî û qanûnên navneteweyî binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e.

Meclisê di dewama daxuyaniyê de ev bangewazî kirin: "​Yek; em daxwaz ji  hikumeta dekmî  ya Sûriyeyê  û aliyên peywendîdar dikin ku bi lez û bez hemû dîl û girtiyên li cem xwe azad bikin û çarenûsa windayan bê şert û merc eşkere bikin.

​Du; em bang li hemû aliyên navneteweyî yên aktîf, rêxistinên mirovî û Rêxistina Xaca Sor a Navneteweyî dikin ku erkên xwe yên qanûnî û exlaqî bi cih bînin û zexteke cidî bikin  da ku cihên dîlan û werin naskirin û silametiya wan a bedenî û derûnî were misogerkirin.

​Sê; aşkerakirina çarenûsa van lehengan mafekî pîroz ê malbatên wan e. Vegerandina wan li hembêza dayikên wan daxwaza me ya bingehîn e da ku agirê bendê  vemirîne û dilê malbatên şehîd û girtiyan şa bike.

​Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan, soza xwe nû dikin ku em ê li pişt doza girtiyên xwe bisekinin heta ku em wan di nava xwe de azad bibînin.

​Azadî ji bo girtiyan, aramî û sebir ji bo malbatên berxwedêr. Şehîd namirin."

(bb)

ANHA