Pentagon: 127 êriş li dijî nuqteyên Amerîka yên li Iraq û Sûriyeyê hatine kirin

Pentagon aşkera kir ku li dijî nuqteyên Amerîka yên li Sûriye û Iraqê ji destpêka şerê li Xezayê ve, 127 êriş hatin kirin.

Pentagon: 127 êriş li dijî nuqteyên Amerîka yên li Iraq û Sûriyeyê hatine kirin
10 ÇILE, 2024   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Pentagon Patrick Ryder daxuyand ku ji destpêka aloziya li herêmê û şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, li dijî nuqteyên Amerîka yên li Sûriya û  Iraqê 127 êriş pêk hatine.

Ryder di civîneke çapemeniyê de got: "Ji 4`ê Çileyêv e, 9 êriş çêbûne. Bi giştî 127 êriş hatine kirin. Di nav de 52 li Iraqê û 75 li Sûriyeyê."

Tê bibîrxistin ku ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û tevgera Hemasê de rojane li dijî hêzên Amerîka yên li Iraq û Sûriyeyê êrişên bi moşek û balafirên bêmirov hatine kirin.

Washington 2 hezar û 500 leşker li Iraqê û derdora 900 leşkerên xwe li Sûriyeyê di çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ`ê de, belav kirine.

Piştî destpêkirina şerê li Xezayê, komên iraqî di daxuyaniyekê de ku li ser hesabên xwe yên Telegram belav kiribû, hişyarî dabûn Amerîkayê ku dê êrişên xwe li dijî baregehên Amerîka yên li Sûriye û Iraqê zêde bikin.

(şx)