Greva birçîbûnê di roja 45’emîn de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” dane destpêkirin di roja 45’emîn de didome.

Greva birçîbûnê di roja 45’emîn de ye
10 ÇILE, 2024   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 45’emîn de berdewam dike. 

Çalakiya greva birçîbûnê, di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” de hatibû destpêkirin.

Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Mêrdîn û Edeneyê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi "Nobeda Edaletê" kirin.