‘PDK bi aşkerayî li ser xeta xiyanetê ye’

Malbatên şehîdan ên ji Efrîn û Şehbayê diyar kir ku PDK bi aşkerayî destekê dide êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê.

‘PDK bi aşkerayî li ser xeta xiyanetê ye’
‘PDK bi aşkerayî li ser xeta xiyanetê ye’
13 tîrmeh 2024   03:10
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Malbatên şehîdan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, her wiha hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin. 

Soheyle Şêx Ehmed dayika şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG) Hêzil û Rizgar, destnîşan kir ku helwesta PDK’ê diyar e ku her tim xizmeta dijminên gelê Kurd dike û got: “Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê zêde kirine, ev yek jî bi hevkariya PDK'ê ye.”

Soheyle diyar kir ku gelê Kurd bi saya Tevgera Azadiyê tê dikoşe û wiha anî ziman: "Têkoşîna gelê Kurd tu carî neqediyaye. Her wiha PDK û dewleta Tirk bila baş bizanin ku têkoşîna 40 salî têk neçûye, dê bi xiyanetiyê jî têk neçe.”

Soheyle di dawiyê de got: "Heya dayikeke şehîdan hebe û tevahî gelê Kurd dê li hemberî xiyanetiyê bibin bend û dê her tim xwedî li zarokên xwe derkevin.”

‘PARASTINA AXA KURDISTANÊ ERKA HEMÛ KURDAN E’

Mihemed Wilo bavê şehîdê Cebhet El Ekrad Xebat Şehba jî destnîşan kir ku ew ê rê nedin dagirkeran û got: “Li dijî lîstika li ser Başûrê Kurdistanê tê lîstin divê gel rabe ser pêyan, gelê Kurd ê li Başûr jî bi rengekî radîkal li dijî PDK'ê û artêşa Tirk bila helwestê nîşan bide.

Wilo wiha anî ziman: "Divê em li dijî van dagirkeran xwedî helwest bin. Parastina axa Kurdistanê ne tenê erka PKK’ê ye, erka hemû Kurdan e.”

‘DIVÊ GELÊ KURD LI HEMBER XIYANETÊ BÊ DENG NEMÎNE

Ebdilhenan Mamo bavê şehîdên Yekîneya Parastina gel (YPG) Ciwan Efrîn, diyar kir ku PDK destekê dide êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike û Gerîlayên Azadiyê tune bike. Xiyaneta PDK'ê nagihêje armanca xwe. Divê gelê Kurd, bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê, li hemberî vê xiyanetê bê deng nemîne.”

‘PDK DIXWAZE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BIKE WÎLAYETEKE DEWLETA TIRK’

Hesen Berko bavê şehîda Hêzên Parastina Gel (HPG) Şîlan Rêber jî got: "PDK çawa bi dijmin re dibe yek? Da ku Tevgera Azadiya Kurdistanê tune bikin. Çawa dibêjin em Kurd in?”

Hesen Berko wiha got: “Malbata Barzanî xwesteka wî ye ku Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî Hewlêr û Dihokê bike wîlayet ji bo dewleta Tirk. Xiyaneta wan nayê wesifkirin. Piştgiriya PDK'ê û dewleta Iraqê di dema dawîn de zêde bûye.”

Hesen Berko axaftina xwe wiha bi dawî kir: "40 sal e PKK bi dil û can tê dikoşe, PKK hebûn û nirxa herî pîroz a gelê Kurd e.”