Gelê Qamişloyê li dijî êrişan û xiyanetê peyama berxwedanê da

Şêniyên Qamişloyê: Em li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker berxwedana gerîla silav dikin û hevkarî û xiyaneta PDK’ê şermezar dikin.

Gelê Qamişloyê li dijî êrişan û xiyanetê peyama berxwedanê da
Gelê Qamişloyê li dijî êrişan û xiyanetê peyama berxwedanê da
Gelê Qamişloyê li dijî êrişan û xiyanetê peyama berxwedanê da
Gelê Qamişloyê li dijî êrişan û xiyanetê peyama berxwedanê da
13 tîrmeh 2024   05:40
QAMIŞLO
BAZ MORDEM

Şêniyên Qamişloyê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê şermezar kirin û bang kir ku li dijî xeta dagirkerî û hevkariyê kes bê helwest nemîne.

Mihemed Nûr têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê ji ajansa me ANHA’yê re axivî. Mihemed Nûr got hemû hevdîtinên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne kirin, li ser esasê çewisandina doza azadiya gelê Kurd in û destnîşan kir ku hevdîtinên di navbera dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Iraqê û hikumeta Şamê de, hewldanên siyaseta berê ne anku hewldanên têkbirina destkeftiyên şoreşê ne.

Mihemed Nûr diyar kir ku li dijî gerîlayên azadiyê, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê çeteyên DAIŞ’ê derbasî herêmê kirine da ku Başûrê Kurdistanê bi tevahî bixin bin kontrola xwe.

Mihemed Nûr di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Siyaseta qirêjî ya dewleta Tirk a dagirker ji bo çewisandina gelan e. Banga me ji gelê me re ew e ku divê li dijî êrişên dagirkeriyê bi hemû hêza xwe bisekinin.”

Nûr, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker tu carî li gor berjewendiyên gelan tev negeriyaye û got di dîrokê de li ser gelên Ermen, Rûm, Suryan û hin çandên resen ên li herêmê, qirkirin pêk aniye û diyar kir ku lazim e PDK ji dewleta Tirk a dagirker dûr bisekine.

Endama meclisa PYD’ê ya Qamişloyê Hemdiya Silêman jî got dewleta Tirk a dagirker ji bo ku herêmê bixe bin kontrola xwe, li dijî gerîlayên azadiyê êrişeke berfireh daye destpêkirin û bi hevkariya PDK’ê û hêzên çete dixwaze berxwedana gerîla têk bibe.

Hemdiya Silêman der barê êrişên dagirkeriyê de hevkariya PDK’ê şermezar kir û gotinê xwe wiha domand: “Gerîla zarokên vî gelî ne, gerîla ji bo vî miletî ne, gerîla hebûna me, nasnameya me ye. Lewma wek jinên Kurd, wek dayikên Qamişloyê, em vê xiyanetê qebûl nakin û em bi tundî şermezar dikin.”

Endamê meclisa PYD’ê ya Qamişloyê Mihemed Xêr Elîka jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Iraqê û PDK, bi hemû hêza xwe dixwazin gerîla tune bikin, lê diyar e nikaribin encamekê bigirin.

Xêr Elîka di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hemû pêkhateyên xwe helwesta wan zelal e û wiha lê zêde kir: “Hêzên dagirker ruxmî ku li dijî berxwedana gerîla ew qas çekên qedexekirî jî bi kar anîn, lê nekarî berxwedanê têk bibin. Ji ber ku hêza gerîla ji aliyê milyonan ve tê destekkirin. Em jî wek gelên herêmê nikarin bêyî gerîla bijîn, gerîla jî nikarê bêyî me bijî.”