Ji bo şehîd Hemûdî merasîma xiyabî

Di merasîmê şervanê Hêzên Sûriyeya demokratîk (QSD), şehîd Hemûdî de soza domandina riya şehîdan û bilindkirina asta têkoşînê hat dayîn.

Ji bo şehîd Hemûdî merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Hemûdî merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Hemûdî merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Hemûdî merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Hemûdî merasîma xiyabî
17 gulan, 2026   15:13
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şervanê QSD` ê Hemûdî ( Mihemed Behaa El Ebûd) merasîma xiyabî li dar xist. Şervanê QSD`ê Hemûdî di 7`ê kanûna (2024) an li Minbicê şehîd bûbû. 

Merasîm li pêşiya dibistana Mecdel El Şemis bi beşdarbûna endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û şêniyan bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Tirbespiyê Mihemed Zekî axivî û diyar kir ku şehîdên me xwe ji bo me xwe feda kirine, lewra divê em xwedî li fedekariya wan derkevin.

Mihemed da zanîn ku ew ê her dem şopdarê riya şehîdan bin.

Ji Endamên Meclisa Leşkerî Mihmed Zêdan destnîşan kir ku ew ê çeka hevreyên xwe ên şehîd li erdê nehêlin.

Zêdan got: "Ji bo gelê me, çi were xwestin em her dem hazirin ku parastina wan ji her êrîşan bikin. Ev erkeke dikeve ser milê me. "

Endama Kongra Star Munteha El Meter diyar kir ku ew ê xwedî li destkeftiyên ku şehîdan bi dest xistine derkevin û têkoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin.

Di dawî de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(ex/k)

ANHA