Li Hesekê pirsgirêka elektrîkê dewam dike

Şêniyên Hesekê got xwediyên jeneratoran tenê 6 saetan elektrîkê didin. Komîteya Jeneratoran jî diyar dike ku para wan mazotê kêm e û têrê nake.

Li Hesekê pirsgirêka elektrîkê dewam dike
6 tebax, 2026   03:55
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Li bajarê Hesekê Komîteya Jeneratoran rojê 8 saetan elektrîk didan şêniyan. Niha jî daxistine 6 saetan û dibêjin wan ji ber kêmbûna mazotê saetên elektrîkê kêm kirine. Komîte empêrekê bi 20 hezar lîreyê Sûriyeyê dide şêniyan. 

Welatiyê bi navê Yasir El Heras got: "Hinek xwediyên jeneratoran hene 6 saetan elektrîkê nadin me. Bi hinceta mazot kêm e yan jî jenerator xirabûyî ne, elektrîkê nadin me. Em di vê germê de û bi taybet kesên nexweş, zehmetê dibînin."

Ebdulbaqî Mihemed jî got: "Min 2 xetên elektrîkê kişandine malê lê min pirsgirêka elektrîkê çareser nekiriye. Xwediyên jeneratoran ji 8 saetan kirin 6 saet û niha jî gelek caran elektrîk nîn e. Jeneratoran dereng vêdixin, gelek caran jî vênaxin.”

Hemed El Ewad diyar kir ku jenerator li ser hev xirab dibin û ew bê elektrîk dimînin. Her wiha anî ziman ku xwediyên jeneratoran saetên elektrîkê ji 8 saetan daxistine 6 saetan û empêr biha kirine.

Serokê Komîteya Jeneratoran a Hesekê Ebdulkerîm Oso bersiv da gazincên şêniyan û wiha got: "Ji ber mazot kêm e me saetên elektrîkê ji kirin 6. Ji bo buhayê empêran şêniyan gelekî gazinc kirin, lê em nikarin buhayê empêran kêm bikin, ji ber ku mazot kêm e û ne baş e. Em rojane mazotê didin xwediyên jeneratoran ji bo ku elektrîka şêniyan qut nebe lê mazotê kêm didin."

(np)

ANHA