Aloziya li Rojhilata Navîn bihaya petrolê bilind kir

Li gel aloziya Rojhilata Navîn û piştî ragihandina Hûsiyan a hedefgirtina keştiya Siûdiyê bihayê petrolê bilind bû.

Aloziya li Rojhilata Navîn bihaya petrolê bilind kir
5 tebax, 2026   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Bihaya petrole piştî danê nîvro bilind bû. Vê yekê fikarên nû yên li ser astengiyên dabînkirina petrola xav ji Rojhilata Navîn çêkirin.

Ev bilindbûn piştî ragihanda Koma Hûsî ya hedefgirtina keştiya petrole ya Siûdiyê "Wefa" bi hejmareke mûşekan di Deryaya Sorê de pêk hat. Ji ber wê li ser ewleyiya deryavaniyê û dabînkirina enerjiyê metirsî zêde kirin.

Heta saet 14:45 bi dema Şamê, nirxên peymanên petrola West Texas Intermediate (WTI) ji bo radestkirina Îlonê bi rêjeya ji sedî 0,46 zêde bûn û gihîştin 76,12 dolarî her serê bermîlekê, di heman demê de nirxên peymanên petrola Brent ji bo radestkirina Cotmehê ji sedî 0,97 zêde bûn û gihîştin 80,13 dolarî her serê bermîlekê.

Bihayên petrolê di destpêkê de kêm bûbûn ji ber ku veberhêner li benda encamên danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de bûn ku careke din trafîka li Tengava Hurmuzê dest pê bike. Lê ji ber pêşketinên ewlehiyê li Deryaya Sor dîsa bilind bûbûn.

(f)