Li Minbicê belavkirina mazotê berdewam e

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Minbicê xebatên xwe zêdetir kiriye da di demeke nêzîk de mazotê li tevahî şêniyan belav bike.

Li Minbicê belavkirina mazotê berdewam e
3 kanûn, 2023   05:06
MINBICÊ

Dawiya Mijdarê  xebatên belavkirina mazotê li şêniyên Minbicê dest pê kiribû û di vê demê de li şêniyên herêma rojhilat tê belavkirin.

Li gor endamê Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Herêma Rojhilat a Minbicê Bedir Mihemed, Gerînendetiya Sotemeniyê beriya çend rojan xebatên belavkirina mazotê li taxên mezreya Çerkes, Resim, Newace û rêya Bîzar ên bajar da destpêkirin.

Welatiyê bi navê Mihemed El Yusif ê ji taxa Bîzar pesn da hewldanên belavkirina sotemeniyê bilez.

Yek ji endamên komîteyên belavkirinê Şewket Oso got: “Heta derengiya rojê em maoztê belav dikin. Ji bo her malbatekê Rêveberiya Xweser 300 lître mazot hatiye diyarkirin. Derfetên me ji vê mezintir bûna me yê bileztir û bi awayekî firehtir mazot belav bikira. Em hewl didin di zûtirîn dem dem mazotê bighînin welatiyan.”

Gerînendetiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo her malbatekê  300 lître mazot diyar kir û buhaya her lîtreyekê 325 lîre ye.

Ji Tebaxê ve, komîteyên sotemeniyê yên hermê dest bi belavkirina mazotê li gorî kertên ji aliyê komîteyên li bajar, navçeyan ve bi koordîneya komînan hatine çêkirin, kirine. Lê belê li gor rayedarên rêveberiyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî binesaziya herêmê ev xebat dereng xistin.

(şx)

ANHA