Berxwedana li Şehbayê bê navber berdewam e

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma Şehbayê ku koçberên Efrînê lê ne, rojane topbaran dike. Lê gel bi biryar e ku heta dawiyê li ber xwe bide.

Berxwedana li Şehbayê bê navber berdewam e
Berxwedana li Şehbayê bê navber berdewam e
Berxwedana li Şehbayê bê navber berdewam e
Berxwedana li Şehbayê bê navber berdewam e
Berxwedana li Şehbayê bê navber berdewam e
Berxwedana li Şehbayê bê navber berdewam e
Berxwedana li Şehbayê bê navber berdewam e
Berxwedana li Şehbayê bê navber berdewam e
21 ÇILE, 2024   05:37
ŞEHBA
MIHEMED EBDO

6 sal di ser destpêkirina êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrînê re derbas bûn. Ruxmî ku şêniyên wê bi darê zorê hatin koçberkirin, lê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê koçber ê li herêma Şehbayê ranewestiyan.

20`ê Çileyê salvegera destpêkirina êrişên li dijî Efrînê ye. Li hember wan êrişan, gel berxwedaneke bêhempa heta 58 rojan nîşan da.

Di vê rapora xwe de em ê daneyên êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêma Şehbayê, encamên wê û armancên dewleta Tirk parve bikin.

4 SAL ÊRIŞ

Li gorî çavkaniyên cuda, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên li ser koçberên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne de di 4 salan de 35 hezar û 485 top, 14 hezar û 151 hewan, 69 moşekên Grad û 88 moşekên din, 56 dronên xwekuj bi kar anîne. Her wiha 12 caran bi balafirên şer êriş kiriye û bi 23 hezar topên tankan herêm bombebaran kiriye.

Di encama van êrişan de 29 welatî şehîd bûn û 88 jî birîndar bûn. 55 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 115 jî birîndar bûn.

Têkildarî armancên dewleta Tirk ji van êrişan, cîgirê hevserokatiya kantona Efrîn û Şehbayê, Cemal Reşîd got: "Ji ber ku berjewendiyên hikumeta Şamê û dewleta Tirk li herêmê bûn yek, hevsengî di navbera wan de çêbû. Yekê dorpêç li ser herêmê ferz kir û yê din êrişî herêmê dike. Di encamê de bi dehan komkujî çêbûn. Komkujiya Til Rifetê ku di encamê de bi dehan zarok şehîd bûn. Armanc jî, têkbirina vîna gel û hewldanên gel a ji bo rizgarkirinê ye."

Reşîd destnîşan kir ku bêdengiya Rûsya û hikumeta Şamê li hember êrişan û dorpêçkirina herêmê êşa şêniyan zêdetir dike û nîşan dide ku wan aliyan li hev kiriye ku herêmê vala bikin, ji bo ku guhertina demografiyê li vê herêmê temam bikin.

Lê belê Reşîd aşkera kir ku gel biryardar e, dê bersiva êrişan bide û di oxira rizgarkirina Efrînê de çi bê xwestin dê bike.

GUNDÊN BI TEMAMÎ JI HOLÊ RABÛN

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Şehbayê yê îsal de 4 gund li navçeya Şera ya Efrînê; Merenaz, Malikiye, Şewarxe û Tat Mereş bi temamî, her wiha 7 gundên herêma Şehbayê; Minix, Eyn Deqnê, Bêlûniye, Hirbil, Semûqa, Til Çîçan û Til Medîq ji sedî 90 wêran bûne.

Girêdayî vê mijarê Cemal Reşîd got: "Gelê ji Efrînê koçberî Şehbayê bûye, berovajî zîhniyeta dagirkeran ku bajarê Efrînê û demografiya wê wêran kir, jiyan li herêma di bin kontrola DAIŞ`ê û Nusrayê de kavil bûbû, vejand."

Reşîd diyar kir ku ruxmî pêwîstiya koçberan bi alîkariyan heye, lê dîsa jî rêxistinên têkildar alîkarî nekir û di aliyê siyasî de bi kar anîn, bi taybet di erdheja dawîn de.

Di dawiyê de Cemal Reşîd got: "Dûrxistina gelê Efrînê ji Şehbayê, tê wateya tunekirina daxwaza vegerê piştî rizgarkirinê. Li ser wê esasê û ji bo parastina projeya demokratîk, divê berxwedan û têkoşîn berdewam bike ta ku tevahî herêmên dagirkirî ji destê dewleta Tirk bên rizgarkirin."

(şx)

ANHA