Pakistan û Îran dê hevkariya ewlehiyê berfirehtir bikin

Pakistan û Îranê li hev kir ku hevkariya xwe ya ewlehiyê berfirehtir bikin.

Pakistan û Îran dê hevkariya ewlehiyê berfirehtir bikin
29 ÇILE, 2024   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişên di vê dawiyê de li her du welatan çêbûne, Pakistan û Îranê diyar kir ku ew rêzê ji serdestiya hev re digirin, amade ne di aliyê ewlehiyê de hevkariyê berfirehtir bikin û hewldanan xurt bikin ji bo ku têkiliyan sererast bikin.

Wezîrê karên derve yê Îranê Amîr Huseyîn Ebdullahiyan piştî nakokiya dîplomatîk a di navbera her du welatan de serdana Pakistanê kir û ev daxuyanî da.

Li gorî Reutersê wezîrê karên derve yê Pakistanê Celîl Abas Ceylanî got bi Îranê re li hev kirine ku bi hev re li hember “xetereya terorê” bisekinin.

Li gorî ajansa ÎRNA ya Îranê Ebdullahiyan jî got: "Tu faktorek nikare bandorê li têkiliyên me yên biratiyê yên bi Pakistanê re bike. Divê têkiliyên her du welatan berfirehtir bibin.”

Îranê di 16`ê Çileyê de hin dever li Pakistanê ku bi "cihên terorîst" bi nav kir, bombebaran kiribûn. Piştî 2 rojan, Pakistanê bi heman hincetê êrişî hin deveran li Îranê kiribû. Di encamê de nakokî di navbera her du welatan de derketibûn.

Her wiha şemiyê çekdaran 9 pakistanî di malekê de li parêzgeha Sîstan a Belûcistanê ya rojhilatê Îranê kuştibûn.

(şx)