Li Şamê teqîn

Gelek dezgehên çapemeniyê ragihand ku li başûrê Şamê êrişek pêk hatiye û di encamê de teqînên mezin çêbûne.

Li Şamê teqîn
29 ÇILE, 2024   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê ragihandi ku hemwextî bihîstina dengê teqînan li herêma Mezarî ya li Seyde Zeyneb a başûrê Şamê, pergala parastina hewayî ya hikumeta Şamê êrişeke hewayî ya Îsraîlê têk biriye.

Malpera ‘Sawt El Asîma’ ragihand ku li gorî agahiyên pêşîn êriş li avahiya milîsên Îranê hatiye kirin ku ji cihê kuştina fermandarê Rîza Mûsewî bi kîlometreyekê dûr e.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê gelek moşek ji Colanê ber bi deverên li nêzî herêma Seyde Zeyneb a Şamê ve hatine avêtin.

(şx)