Rêveberiya kampa Holê: Zarokên DAIŞ`ê ji berê zêdetir tundraw bûne

Rêveberiya kampa Holê destnîşan kir ku tevî perwerdeya ji zarokan re tê pêşkêşkirin, lê belê ji berê bêtir tundraw bûne.

Rêveberiya kampa Holê: Zarokên DAIŞ`ê ji berê zêdetir tundraw bûne
Rêveberiya kampa Holê: Zarokên DAIŞ`ê ji berê zêdetir tundraw bûne
Rêveberiya kampa Holê: Zarokên DAIŞ`ê ji berê zêdetir tundraw bûne
Rêveberiya kampa Holê: Zarokên DAIŞ`ê ji berê zêdetir tundraw bûne
Rêveberiya kampa Holê: Zarokên DAIŞ`ê ji berê zêdetir tundraw bûne
29 ÇILE, 2024   14:37
HESEKÊ

Şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana kampa Holê kir, ji bo ku qonaxa sêyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" bişopîne.

Şande ji hevserokatiya Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Mihemed Îbrahîm, hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya kantona Cizîrê Hindirîn Sîno, serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan û Penaberan Şêxmûs Ehmed, hevserokatiya Gerînendetiya Penaberan û Koçberan a kantona Cizîrê Gulistan Oso û Fîroşah Remedan pêk hat. Hevseroka rêveberiya kampa Holê Cîhan Henan şande pêşwazî kir.

Cîhan, ji şandeyê re behsa xetereya kampê û belavkirina fikrên tundraw kir û got: "Ruxmî perwerdeyan, lê zarokên DAIŞ`ê ji berê bêtir tundraw bûne."

Dûre şandeyê serdana beşa “muhacîrat” kir ku xebatên lêgerînê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD û YPJ`ê tê de tên meşandin.

Têkildarî serdanê hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Kantona Cizîrê Hindirîn Sîno axivî û got: "Ji bo ku em qonaxa sêyemîn a operasyonê bişopînin, me serdana kampê kir. Armanca operasyonê, xurtkirina ewlehiyê û îstiqrarê li herêmê ye piştî ku tevgera şaneyên DAIŞ`ê zêde bû.

Hindirîn Sîno bal kişand ser paşguhkirina dewletan ji dosyaya DAIŞ`ê re û got: "Barê kampa Holê êdî gelekî giran e. Kesek nizane em ê heta kengî wê rakin. Rewşa giştî ya herêmê û aloziyên li cîhanê ji her kesî re diyar in. Gelek dewletên welatiyên wan di kampê de hene, divê bên û wan bibin."

(şx)

ANHA