Ofîsa Barzanî li ser civîna şandeya Îmralî û Barzanî daxuyaniyek belav kir

Ofisa Barzanî derbarê hevdîtina şandeya Îmraliyê ya bi Mesûd Barzanî re daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê di civînê de hatiye gotin ku ji bo gihiştina çareseriyê rêya herî baş pêşxistina pêvajoyê ye.

Ofîsa Barzanî li ser civîna şandeya Îmralî û Barzanî daxuyaniyek belav kir
16 sibat, 2025   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî ku di 28’ê Kanûna 2024 û 22’ê Çileya 2025’an de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî serdanên xwe didomîne. 

Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtinan pêk bîne duh serdana Herêma Kurdistanê kir.

Îro di saet 10:00’an de şandeya Îmraliyê li navçeya Pîrman ya Hewlêrê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya û civîn bi qasî saetek 45 kêliyan dewam kir.

Di civînê de endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Sirri Sakik, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Bûroya Hiqûqê ya sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç amade bûn.

Ofîsa Barzanî piştî civînê daxuyaniyek nivîskî belavkir. Li gorî daxuyaniya aliyê PDK’ê, şandeya Îmraliyê rewşa siyasî û têkildarî pêvajoya heyî, agahî bi Barzanî re parvekiriye.

Di daxuyaniya de  ve hatin gotin: “Di hevdîtinê de heyeta mêvan nêrînên xwe yên li ser rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê û hûrgilî û encamên hevdîtinên xwe yên bi Birêz Abdullah Ocalan re anîn ziman.

Her wiha Heyeta Îmraliyê di hevdîtinê de naveroka peyama Birêz Abdullah Ocalan jî gihand Barzanî.”

Di heman daxuyaniyê de tê gotin ku Barzanî şandeyê bi kêfxweşî pêşwazî kiriye û behsa giringiya pêvajoya heyî kiriye.

Daxuyaniya Ofîsa Barzanî ragihandiye ku ji bo gihiştina çareseriyê rêya herî baş pêşxistina pêvajoyê ye û gotiye: “Pêwîste hemû alî hewlên xwe li ser wê yekê kom bikin ku pêvajoya heyî bigihe encamê.”

Li gorî heman daxuyaniye serokê PDK’ê Barzanî amadekariya xwe ya temam ji bo alîkarî û piştgiriya pêvajoya li Tirkiyeyê aniye ser ziman.