Kongra Star semînerke li ser komploya 15’ê Sibatê da

Kongra Star têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan (15 Sibat 1999) semînerek li Eyn Îsayê da.

Kongra Star semînerke li ser komploya 15’ê Sibatê da
Kongra Star semînerke li ser komploya 15’ê Sibatê da
Kongra Star semînerke li ser komploya 15’ê Sibatê da
Kongra Star semînerke li ser komploya 15’ê Sibatê da
Kongra Star semînerke li ser komploya 15’ê Sibatê da
16 sibat, 2025   14:34
EYN ÎSA

Kongra Star der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan (15 Sibat 1999) de semînerek li bajarê Eyn Îsayê da.  Semîner bi amadebûna bi dehan endam û rêveberên saziyên sivîl û meclisa bajar ji aliyê rêvebera Kongra Star Ruqeya Mihemed ve hat birêvebirin.

Ruqeya Mihemed diyar kir ku komploya navneteweyî hate roja îro dewam dike û got, armanca komployê têkbirina hêviyên azadiyê ya gelên herêmê bû.

Ruqeya di semînerê de hedefgirtina Rêber Abdullah Ocalan wekî hedefgirtina tevahî gelên herêmê bi nav kir û got: "Komplo di serî de dewleta Tirk a faşîst siyasetên dijminane yên dewletên komplogeer nîşan dide. Xwestin bi vê komployê rê li ber ezmûnên demokratîk û azadiya gelan ji pergalên diktator bigirin."

Ruqeya Mihemed jiyana Rêber Abdullah Ocalan a di nava malbatê de û têkoşîna wî ya azadiyê jî nirxand û got, rêya pûçkirina komployê domandina têkoşînê û bidestxistina azdaiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Semîner bi berzkirian dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(bb)

ANHA