NY’yê agirbesta Îsraîl û Hemasê bi ser nexist
Konseya Ewlehiyê ya NY′yê di projeya ji bo agirbesteke di navbera Hemas û Îsraîlê de bi bin ket. DYA′yê diyar kir ku proje dûrî rewşa heyî ye û tu bandora xwe tune ye.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di projeya xwe ya bi banga agirbesta navbera Hemas û Îsraîlê de, piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) proje veto kir, bi bin ket.
Cîgirê nûnera Amerîka yê di NY′yê de Robert Wood got proje dûrî rewşa heyî ye û dê tu bandorên xwe li ser erdê nîn be.
Konseya Ewlehiyê ya NY′yê projeya ku nûnera Îmaratê ya li gel NY′yê çarşemê pêşkêş kiribû nîqaş kir û di projeyê de banga agirbesta lezgîn hat kirin.
(fr)