Amerîka: hêzên me li ser daxwaza hikûmeta Iraqê li Iraqê dimînin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller têkildarî êrişa duh li ser balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê got, divê hêzên ewlehiyê yên Iraqê wan komên çekdar ku li Iraqê bûne gef û metirsî li ser karmendên Amerîkayê bigre û wan dadgeh bike.

Amerîka: hêzên me li ser daxwaza hikûmeta Iraqê li Iraqê dimînin
9 kanûn 2023   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di derbarê êrişa duh bi muşekan li ser balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê pêkhat daxuyaniyek nivîskî da.

Miller da zanîn Amerîka bi tûndî êrişa ku li ser balyozxaneya wê ya li Bexda pêkhat, şermezar dike. Her wiha got, divê hêzên ewlehiyê yên Iraqê tedbîrên pêwîst ji bo kontrolkirina wan çakdaran bigre, wan êrişkaran bigre û dadgeh bike.

Di derbarê mana hêzên Amerîka ya li Iraqê jî, Miller got, hêzên wan li ser daxwaza hikûmeta Iraqê li Iraqê dimînin û pêwîst nake danûstandin li ser vê mijarê were kirin.

Hêjayî gotinê ye duh di saetên sibehê de komên çekdar ên Iraqê bi muşekan êrişî balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê kirin. Di êrişê de ti ziyanên canî û madî çênebûn. Her wiha di nava heman rojê de baregehên Amerîka ya li Eyn Esed û Hewlêrê jî bûn hedefa êrişan.