Çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' di roja 13'yan de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî ” de daye destpêkirin di roja 13’yan de berdewam dike.

Çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' di roja 13'yan de ye
9 kanûn 2023   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û rakirina tecrîdê, girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakî di roja 13’yan de berdewam dike. 

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’î di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserya siyasî ” de, di 27’ê mijdarê de dest bi çalakiyê kirin û dê di 15’ê Sibatê de bi dawî bikin.

Li 4 bajaran Nobeda Edaletê

ji bo piştevaniya bi girtiyên dikevin greva birçîbûnê li Amed, Wan, Edene û Mersîn TUAY-DER’ê dest bi nobedên edaletê kir.

Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin û 33 meh in jî bi tu awayî destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike.