NY: Li Sûdanê sûcên şer hatin kirin

Di raporeke NY'yê de hat diyarkirin ku li Sûdanê bi kêmanî destdirêjiya zayendî li 118 kesan hatiye kirin û hate gotin, li Sûdanê sûcên şer hatine kirin.

NY: Li Sûdanê sûcên şer hatin kirin
23 sibat 2024   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî Sûdanê raporeke nû belav kir.

Di raporê de hate diyarkirin li Sûdanê zarok jî di nav de li dehan kesî destdirêjiya zayendî hatiye kirin.

Di navîna Nîsana par (2023) de li paytexta Sûdan Xertûmê di navbera artêşa Sûdanê ya bi serkêşiya Ebdulfetah El Burhan û Hêzên Piştevaniya Lezgîn a bi serkêşiya Mihemed Hemdan Deqelo de şer dest pê kir.

Di raporê de hat bibîrxitin ku şer di demeke kurt de li tevahî welat belav bû. Hate destnîşankirin ku di encama şer de heta niha herî kêm 12 hezar kes hatine kuştin û zêdekirî 8 mîlyon kes ji malên xwe bûne.

Di raporê de ku binpêkirinên ji destpêka şer heta 15’ê Kanûna 2023’an ve parve dike hate destnîşankirin ku bi kêmanî  li 118 kesan tundî û destdirêjiya zayendî hatiye kirin. Her wiha hate gotin ku ji aliyê endamên Hêzên Piştevaniya Lezgîn ve binpêkirin li mal û kolanan hatine kirin.

Li gorî NY’yê, jinek di avahiyekê de hatibû ragirtin û 35 rojan  bi awayekî komî destdirêjiya zayendî lê hate kirin.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY’yê Volker Turk got, hinek binpêkirin dighêjin asta sûcên şer û ji bo vê yekê banga pêkanîn lêkolînekê serbixwe kir.

(mh)