Nûnerên Trump hîn jî bi Eraqçî re danûstandinan dikin

Rayedarekî Amerîkayî diyar kir ku nûnerên serok Donald Trump hîn jî bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re reşnivîs û nameyan diguherînin.

Nûnerên Trump hîn jî bi Eraqçî re danûstandinan dikin
4 gulan, 2026   18:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî payebilind ê Amerîkayî destnîşan kir ku nûnerên Serok Donald Trump, Steve Wittkof û Jared Kushner, hîn jî bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re reşnivîs û nameyan diguherînin.

Rayedar da zanîn ku "Gotûbêj hene û pêşniyar hene. Em ji pêşniyara wan hez nakin û ew jî ji ya me hez nakin."

Li gorî Axiosˊê, rayedar anî ziman ku Îranî "peyaman bi destan digihînin şikeftan an jî her cihê ku Rêberê Bilind an nûnerê wî lê vedişêre, ku ev yek pêvajoya danûstandinan hêdî dike."

Rayedar destnîşan kir ku rêveberiya Amerîkayê "ji rewşa Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xameneyî bê xeber e."

Girêdayî mijarê, rayedar bal kişand ser du vebijarkan an girêbest guncaw an jî vegera li êrişan û bi tundî."

Rayedar aşkera kir ku "operasyona li Tengava Hurmuzê bi armanca ku rewşa heyî ya ne peyman ne jî şer biguherîne. Trump ji rewşa cemidandinê aciz bûye û dixwaze bi rêya operasyona Hurmuzê zextê li ser Îranê bike."

(fr)