Li Hesekê qezayek trafîkê çêbû; kesek mir û 13 kes jî birîdnar bûn

Li ser rêya navneteweyî ya gundewarê Hesekê qezayek çêbû, kesek mir û 13 kes jî birîdnar bûn.

Li Hesekê qezayek trafîkê çêbû; kesek mir û 13 kes jî birîdnar bûn
4 gulan, 2026   19:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Parêzgeha Hesekê li ser malpera xwe ya Facebookê diyar kir ku îro li ser rêya navneteweyî ya gundewarê Hesekê qezayek trafîkê ya xeternak qewimî, tankerek sotemeniyê li erebeyeke rêwiyan qelibî. Di encamê de kesek mir û 13 kes birîndar bûn.

Rêveberiya destnîşan kir ku qeza ji ber manevrayek şaş a ajokarê tankerê çêbû û li erebeya rêwiyan qeliband. Dewriyeyan tavilê berê xwe da cihê bûyerê da ku trafîkê bi rê ve bibin û ji bo tîmên acîl derbasbûnek ewle peyda bikin.

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ji ajokaran xwest ku pabendî rêziknameyên trafîkê bin, nemaze li ser rêyan bilez. Rêveberiyê diyar kir ku derbasbûna nerast û leza zêde sedemên sereke yên qezayên giran in.

Rêveberiyê da zanîn ku pêwîst e berî derbasbûnê rê vala be, pabendî sînorên lezan be, di navbera wesayîtan de mesafeyek ewlehiyê ya têr were hiştin, di dema ajotinê de bi tevahî bala xwe were dayîn û ji tiştên ku bala mirovan dikişînin dûr bikevin.

Di dawiyê de Rêveberiya Trafîkê aşkera kir ku pabendbûna bi rênimayên trafîkê qezayan kêm dike û jiyana welatiyan diparêze.

(fr)