Nivîskar Dîaa Îskender: Divê ezmûna rêveberiya xweser ji bo tevahî Suriyeyê bê danasîn

Nivîskar Dîaa Îskender diyar kir ku li Sûriyeyê pêkanîna modela sîstema nenavendî çareseriya herî guncav e û bal kişand ku di vê mijarê de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ezmûneke baş heye.

Nivîskar Dîaa Îskender: Divê ezmûna rêveberiya xweser ji bo tevahî Suriyeyê bê danasîn
2 sibat, 2025   09:03
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Nivîskarê sûriyeyî Dîaa Îskender ku ji ber zextên rejîma berê ya Baas koçî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê kiribû û liv ir dijî, der barê hewldanên ji bo avakirina sîstma nû ya Sûriyeyê û girîngiya pêkanîna sîstema nenavendî de, ji ajansa me re axivî. 

Îskender da zanîn ku sîstema nenavendîbûnê ji bo Suriyeyê rêya herî guncav e û ev mafê hemû pêkhateyên olî, neteweyî, etnik, çandî yên li Suriyeyê ye. 

Diaa Îskender bal kişand ku ji ber propagandayên li dijî sîstema nenavendî, welatiyên Suriyeyê di vê mijarê de xwedî agahiyên têrker nîn in û wiha got: “

"Mixabin li ser mijara nenavendîbûnê di nava welatiyên Sûriyeyê de nezanînek zede heye. Hinek saziyên ragihandinê vê ezmûnê nabînin û reş nîşan didin. Dixwazin li gorî berjewendiyên hinek hêzan neyînî nîşan bidin. Her wiha têgeha nenavendîbûnê her tim bi têgeha parçebûnê ve hatiye girêdan.”

Îskender nimûneya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek ezmûneke bêhempa bi nav kir û wiha dewam kir: "Ev herêma ku pêkhateyên Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermen, Çerkes, Asûrî û Suryan lê dijîn, li gorî sîstema hevserokatiyê tê birêvebirin. Ev ezmûneke pir dewlemend e, nû ye û dibe ku kêmasiyên wê hebin, ev jî normal e. "

Îskender xwest ezmûna Rêveberiya Xweser a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were lêkolînkirin da ku sûdê jê wergirin. Her wiha divê hewl bê dayîn ku ev ezmûn ji parêzgehên din ên Sûriyeyê re were şîrovekirin û danasîn. Îskender got ku ev ezmûn dê bikeve xizmeta berjewendiyên hemû pêkhateyên Sûriyeyê.

(k)