QSD’ê nasnameyên 9 şehîdan aşkera kirin

QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 9 şervanên şehîd aşkera kir û soza tolhildanê da.

QSD’ê nasnameyên 9 şehîdan aşkera kirin
2 sibat, 2025   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê şehadeta 9 şervanên xwe ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dike.  Çete û dagirker her roj li hemû eniyên rûmet û serbilindiyê derban dixwin û di rewşekê wisa de ne ku nikarin gavekê pêş de werin. Bi taybetî li eniyên Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê nikarin ti pêşketinan bi dest bixe. Teknolojiya wan ya leşkerî ya nûjen jî êdî nema fêdî li wan dike ku binkeftinên wan ên rojane veşêrin.

Teqez têkçûyîna çeteyan encamên sekn û berxwedana hêzên me û rihê fedayetî yê şervanên me ye. Şervanên me ku bi şev û roj ji bo parastina welat li hemberî djimin li ber xwe didin.

Bi serbilindahî em şehadeta 9 şervanên xwe radighînin. Şervanên me Şengal Hesekê ( Ehmed Cebara El Sutlan), Goran Amûdê (Ehmed Silêman El Îsa), Zinar Hesekê (Ehmed Salih Xidir), Gurêboz (Ehmed Ebdulhemîd Seyah), Esmer Erîşe (Hebîb Ehmed El Omer), Jiyan (Hemûd Ebdurehman El Teyawî), Murad Qamişlo (Ebdulhemîd Diyad El Diyab), Botan Serêkaniyê (Ebdulezîz Bedran Eyûb) û Aram Hesekê (Ehmed Xidir El Selûm) piştî ku berxwedaneke efsanewî li hemberî dagirker û çeteyan raber kirin, gihiştin asta şehadetê.

Bila serê malbatên  9 şehîdan û tevahî malbatên şehîdên me sax be. Sonda me tohildan e. Em ê têkoşînê berdewam bikim heya xeyal û hêviyên wan ên welatekî aram û aştiyne bêyî terorî û dagirker bi cih bînin."

Li gorî daxuyaniyê agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Şengal Hesekê

Nav û paşnav: Ehmed El Sultan

Navê dayikê: Fatima

Navê bav: Cebara

Cihê jidayîkbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Til Temir-Alya- 19 Kanûna 2024

Nasnav: Goran Amûdê

 Nav û paşnav: Ehmed El Îsa

Navê dayikê: Bekiye

Navê bav: Silêman

Cihê jidayikbûnê: Amûdê

Cih û dîroka şehadetê: Zirgan-30 Çile 2024

Nasnav: Zinar Hesekê

Nav û paşnav: Ehmed Xidir

Navê dayikê: Fatima

Navê bav: Salih

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir- 17 Kanûna 2024

Nasnav: Gurêboz

Nav û paşnav: Ehmed El Seyah

Navê dayikê: Kefa

Navê bav: Ebdulhemîd

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, Şiyûx- 12 Kanûn 2024

Nasnav: Esmer Erîşe

Nav û paşnav: Hebîb El Omer

Navê dayikê: Emşa

Navê bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Erîşe

Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir, 17 Kanûn 2024

Nasnav: Jiyan

Nav û paşnav: Hemûd El Teyawî

Navê dayikê: Zemzem

Navê bav: Ebdurehman

Cihê jidayikbûnê: Reqa, El Kerama

Cih û dîroka şehadetê: Reqa, Şêx Hesen, gundê Zîban, 30 Çile 2025

Nasnav: Murad Qamişlo

Nav û paşnav: Ebdulhemîd El Diyab

Navê dayikê: Dehiya El Rîda

Navê bav: Diyab

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo-Elaya

Cih û dîroka şehadetê: Gundê Terteb, 11 Kanûn 2024

Nasnav: Botan Serêkaniyê

Nav û paşnav: Ebdulezîz Eyûb

Navê dayikê: Emîne

Navê bav: Bedran

Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û dîroka şehadetê: Zirgan, 30 Çile 2025

Nasnav: Aram Hesekê

Nav û paşnav: Ehmed El Selûm

Navê dayikê: Nûriye

Navê bav: Xidir

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Zirgan, 30 Çile 2025

(bb)