Nexweşê bê diyaliz hate hiştin jiyana xwe ji dest da

Piştî navenda Diyalîzê ya li Qamişlo ji aliyê dagirkeran ve hat bombebaran, ji 70 nexweşên bê diyalîz hatine hiştin, yekê jiyana xwe ji dest da. Jiyana 10 nexweşan jî di xeteriyê de ye.

Nexweşê bê diyaliz hate hiştin jiyana xwe ji dest da
28 kanûn, 2023   11:39
AMUDÊ

Artêşa Tirk a dagirker 25’ê Kanûnê (2023) navenda Diyalîzê ya li bajarê Qamişlo bombebaran kir û ji xizmetê derxist. Li tevahiya Kantona Cizîrê tenê 2 navendên diyalîzê hebûn. Li navenda Diyalîzê ya Qamişlo roja 70 nexweşên sabît (domdar) dihatin dermankirin. Her wiha gelek nexweşên din jî dihatin. 

Piştî êrîşê jiyana 70 nexweşan jî ket metirsiyê û îro yek ji wana jiyana xwe ji dest da

Li gorî agahiyên ku Rêveberê Navenda Diyalîzê ya Qamişlo Rafee Ebas dane ANHA’yê nexweşê bi navê Ehmed Ebdurrehman Xidir ê 65 salî jiyana xwe ji dest da. Rafee Ebas got ku Ehmed Ebdurrehman ev 2 sal bûn li navenda diyalîzê dihat dermankirin.

Rafee Ebas da zanîn ku 10 nexweşên ku divê hefteyê 3 caran gulçikên wan werin şuştin hene, lê ji ber ku navend ji xizmetê derketine, niha nikarin werin û jiyana wan di xeteriyê de ye.