Ji Silêman Ehmed 65 roj in tu agahî nayên girtin

Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin, 65 roj in tu agahî nayên girtin.

Ji Silêman Ehmed 65 roj in tu agahî nayên girtin
28 kanûn, 2023   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 65 roj in agahî jê nayê girtin.

Rêveberiya Rojnews’ê diyar kir ku bi dehan saziyên ragihandinê yên xwecih, herêmî û navneteweyî piştevanî dan wan û ji desthilata PDK’ê re xwest ku Silêman Ehmed serbest bê berdan.

Rêveberiya Rojnews’ê got: "Wê xebata me ya aşkerakirina rastiyan bidome. Em ê li gorî destûra Iraqê û destûrên li herêma Kurdistanê xebatên xwe yên ji bo dosyaya Silêman Ehmed bidomînin heta were berdan."

Koma Parastina Suleyman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmed kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn. Di heman demê de rayedarên PDK’ê jî têkildarî Ehmed tu agahî parve nekirine. Rojnews diyar dike ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmed berpirse.