Navenda Dicle: Navenda  parastina nasnameya Kurdî û pêşxistina behreyan

Zêdetirî 15 salan e, Navenda Dicla ya Çand û Hunerê li bajarê Dêrikê behreyanên zarok û ciwanan pêş dixe, jêhatîbûna wan a afirînerî vediguherîne berhemên hunerî û çandî.

Navenda Dicle: Navenda  parastina nasnameya Kurdî û pêşxistina behreyan
30 gulan, 2026   05:45
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Ji dema ku hatiye avakirin di sala 2011`an de, Navenda Dicle ya Çand û Hunerê li bajarê Dêrikê, Rojava, bi sedan zarok, ciwan û heta kal û pîr pêşwazî kiriye, çalakiyên çandî û hunerî pêşkêş kiriye.

Rola navendê ne tenê hînkirina hunerê ye, ew her wiha bûye cihekî çandî û civakî ku rolek di nasandina civaka Kurdî bi çand, ziman û mîrata wê de lîstiye. Kesên behremed ku li navendê perwerde bûne bûne pirek çandî ku nifşên nû bi dîrok û nasnameya wan a neteweyî ve girêdide, di demekê de ku çanda Kurdî bi gelek pirsgirêkên têkildarî parastina ziman û mîrata gelêrî re rû bi rû ye.

Li navenda, ku zêdetirî 70 endamên wê hene, gelek komên hunerî û çandî hene weke Koma Cûdî, Koma Eleftriya ku endamên wê hemû jin in, komên Avaşîn û Cûrî yên ciwanan, koma Kulîlkên Kurdistanê ya Zarokan, Koma Kevneşopî ya kal û pîran û Koma Ava Mezin a Şanoyê.

Ev kom beşdarî çalakiyên hunerî, festîval, pîrozbahiyên Newrozê û çalakiyên din ên çandî dibin, berhemên hunerî û folklorîk ku mîrat û çanda Kurdî nîşan didin, pêşkêş dikin.

Şivan Cizîrî, endamê Navenda Dicle ya Çand û Hunerê û rahênerê komên hunerî yên navendê ye, destnîşan kir ku armanca navendê ew e ku çanda Kurdî piştî salên paşguhkirinê bi pêşkêşkirina stran, govendên gelêrî û lîstikên ku çand, adet û kevneşopiyên civaka Kurd nîşan didin, vejîne.

Cizîrî destnîşan kir ku navendê gelek jêhatîyên hunerî derxistiye holê, ku ev yek bûye sedema pêşxistina hunera ciwanan û xizmetkirina tevgera çandî û hunerî di civakê de.

(k)

ANHA