Parêzer: Nivîsandina destûreke nû bingeha avakirina sûriyeyeke demokratîk e

Parêzerê Kurd Ebdilezîz Yûsif diyar kir ku nivîsandina destûreke nû ya Sûriyeyê stûneke bingehîn e ji bo avakirina dewleteke aram, piralî û demokratîk ku mafên hemû pêkhateyên wê û beşdariya wan a bi bandor di biryardanê de garantî dike..

Parêzer: Nivîsandina destûreke nû bingeha avakirina sûriyeyeke demokratîk e
30 gulan, 2026   03:30
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Parêzerê Kurd Ebdilezîz Yûsif, ji bajarê Girkê Legê, bal kişand ser girîngiya nivîsandina destûreke nû ji bo Sûriyeyê. Yûsif diyar kir ku qonaxa niha pêdivî bi destûreke demokratîk û piralî heye ku mafên hemû pêkhateyan garantî bike û piştî zêdetirî 14 salên krîza Sûriyeyê qonaxek nû ya aramî û ji nû ve avakirinê ava bike.

Yûsif diyar kir ku di dema desthilatdariya malbata Esed de, Sûriye li gorî destûreke awrte ya li ser bingeha yek etnîsîte, yek ziman û yek îradeyeke siyasî, bêyî ku pêkhateyên din tevlî biryardan an nivîsandina destûrê bibin, dihat birêvebirin, tevî cihêrengiya etnîkî, olî û mezhebî ya li Sûriyeyê.

Yûsif da zanîn ku van polîtîkayên îstîsnayî Sûriyeyê ber bi kaos û hilweşînê ve biriye, û destnîşan kir ku bandorên wan heta piştî bidawîbûna desthilatdariya rejîma berê jî berdewam dikin, ji ber bêîstîqrariya berdewam a li welêt.

Yûsif got ku rizgarkirina Sûriyeyê ji vê kaosê pêdivî bi nivîsandina bilez a destûreke demokratîk û piralî ya li ser bingeha qanûna navneteweyî û rêzgirtina ji bo cihêrengî û dewlemendiya etnîsîte û olên Sûriyeyê heye, bi vî rengî beşdariya her hesî di biryardana siyasî, îdarî û aborî de tê misogerkirin.

Yûsif rexne li hewldanên hikûmeta demkî kir ji bo domandina polîtîkayên dûrxistinê bi rêya nivîsandina destûrek bêyî beşdariya rastîn a hemû aliyan, û destnîşan kir ku ev pratîk ji nêzîkatiya Partiya Baasê ne cuda ne, ku bû sedema hilweşîna welêt û ew xist nav kaosê.

Yûsif rave kir ku Sûriyeyê dê nikaribe aramiyê bi dest bixe heya ku destûrek demokratîk bi lez neyê nivîsandin, ku beşdariya hemû koman di avakirina siberoja welêt de garantî bike.

Yûsif hişyarî da ku derengmayînên berdewam dikarin krîz û dabeşbûnê kûrtir bikin.

Di dawiyê de, parêzer Ebdilezîz Yûsif bang li hêzên siyasî yên Kurd kir ku lez bidin yekbûna helwest û nêrîna xwe ya di derbarê mafên gelê Kurd de, da ku ev maf di destûra nû ya Sûriyeyê de were bicîh kirin.

(k)

ANHA