Mûzîkjen Reşîd Sofî koça dawî kir

Mûzîkjenê Kurd ê navdar Reşîd Sofê, ji ber nexweşiyekê, koça dawî kir û li pey xwe valahiyeke mezin di hunera Kurd de hişt.

Mûzîkjen Reşîd Sofî koça dawî kir
17 sibat, 2025   21:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro hunermend û mûzîkjenê Kurd ê mezin Reşîd Sofî ku yek ji stûnên huner û mûzîka çanda Kurd e, wefat kir.

Reşîd Sofî di 1953’yan de li bajarê Kobanê hate dinê, di nava malbateke oldar de mezin bû. Lê rêya mûzîkê hilbijart û di 1970’î de bi xwendina ayînên olî dest bi rêwîtiya xwe ya hunerî kir.

Reşîd Sofî di nava Kurdan de bi "Mîr Ûdê" dihat naskirin.

Di gelek hevdîtinên xwe de Sofî serbilindiya xwe ji navê xwe yê hunerî re anî ziman.

Ji awazên wî yên navdar; Xweziya hêvî, Gulistana Dil û Çavê Yara min.

Di salên 1980 û 1990’î de di televîzyona Sûrî de kar kir û gelek karên hunerî ku mûzîka Kurdî kir, pêk anîn.

Tevî astengiyên destpêkê, mûzîk di civaka Sofî de ji tiştên qedexe bû, lê li pêş pêşketina wî nebû asteng û ew bendên civakî şikandin.

Rewşa hunermend Reşîd Sofî ji nêzî hefteyekê ve ji ber nexweşiya penceşêra Cegerê ne baş bû û di dawiyê de wefat kir.

Wê Reşîd Sofî di bîreweriya Kurdî de mîraseke hunerî ya dewlemend bimîne.

(fr)

ANHA