Xelkê Swêda bi şahiyekê hunermend Semîh Şiqêr pêşwazî kir

Şêniyên Swêda bi şahiyeke mezin hunermendê Sûriyeyî, şoreşger Semîh Şiqêr, li qada Keramê pêşwazî kir.

Xelkê Swêda bi şahiyekê hunermend Semîh Şiqêr pêşwazî kir
Xelkê Swêda bi şahiyekê hunermend Semîh Şiqêr pêşwazî kir
Xelkê Swêda bi şahiyekê hunermend Semîh Şiqêr pêşwazî kir
Xelkê Swêda bi şahiyekê hunermend Semîh Şiqêr pêşwazî kir
17 sibat, 2025   21:52
SWÊDA

Li qada Keramê ya li naverasta bajarê Swêdayê, ji bo vegera hunermendê Sûriyeyî û şoreşger Semîh Şiqêr û gelek hunermendên din, pîrozbahiyeke girseyî hat lidarxistin. Ew hunermend muxalifê rejîma Baas’ê bûn.

Hunermend Semîh Şiqêr di 1957’an de li Colana Sûriyeyê hate dinê, bi destpêkirina aloziya li Sûriyeyê ya di 2011’an de stranên nîştimanî yên siyasî û şoreşgerî digotin. Ji ber astengiya li dijî hunermendan û ji ber neyê girtin, ji Sûriyeyê derket.

Gelek stranên Semîh Şiqêr ên der barê aloziya Sûriyeyê de ku rihê berxwdan û hevgirtina gel nîşan dide hene.

Li qada Keramê gelek sembolên navdar ên têkildarî huner û şoreşê kom bûn. Di çalakiyê de hunermend Semîh Şiqêr, aktor Ebdulhekîm Qitêfan, hunermend Ehmed El Qesîm û Xetfan Xenom hazir bûn.

(fr)

ANHA