Koçberên Efrînê xwest biryarên Dadgeha Gelan bibin gavên şênber

Koçberên ji Efrînê xwest biryarên Dadgeha Gelan a Daîmî ya li Brukselê ji aliyê saziyên dadwerî yên navneteweyî ve bên qebûlkirin, da ku dewleta Tirk a dagirker ji ber sûcên xwe yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li Efrînê, were darizandin.

Koçberên Efrînê xwest biryarên Dadgeha Gelan bibin gavên şênber
18 sibat, 2025   05:06
HELEB 
NİSRÎN ŞÊXO

 Dadgeha Gelan a Daîmî (Permanent Peoples’ Tribunal) ya Brukselê di 7’ê Sibatê de bi daxuyaniyekê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji ber sûcên şer ên li dijî mirovahiyê yên ji sala 2018’an ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, tawanbar kir.

Koçberên ji Efrînê geşbîniya xwe ya têkildarî biryara dadgehê ji ajansa me re anî ziman û got ev biryar ji bo aşkerakirina binpêkirinên li dijî gelê Kurd û pêkhateyên din ên herêmê gaveke girîng e.

Ridwan Şemo der barê mijarê de got: "Em dibînin ku biryar derfetek e ji bo kêşeya Kurd di forumên navneteweyî de were naskirin, bi taybetî der barê tawanên şer ên ku dewleta Tirk ji sala 2018’an ve pêk anîne."

Şemo anî ziman ku divê biryara dadgehê bibe bingehek ji bo gavên rasteqîn ên navneteweyî yên ji bo rawestandina dijminatiya dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê. Ji ber ku dewleta Tirk maf û nasnameyên pêkhateyên bi hev re dijîn, binpê dike.

‘BILA BIRYAR BIBIN KIRYARÊN RASTEQÎN’

Sabir Erûs jî tekez kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li ber çavê cîhanê tên kirin, bêyî ku rêxistinên navneteweyî tev bigerin û got: "Em hêvîdar in ku biryarên dadgehê bi gavên rasteqîn li ser erdê werin pêkanîn û dezgehên dadweriyê yên naveteweyî wan wek belge qebûl bikin da ku tawanbaran bidarizînin.”

Erûs wiha axaftina xwe domand: "Em naxwazin ev biryar tenê bibin rûtîn, lê em daxwazin tedbîrên cidî bên girtin da ku em bawer bikin ku civata navneteweyî binpêkirinên ku li dijî me têne kirin napejirîne.”

‘DIVÊ DADGEHÊN NAVNETEWEYÎ TEV BIGERIN’

Reşîd Reşo jî destnîşan kir ku tawanbarkirina dewleta Tirk a dagirker ji aliyê dadgehê ve têrê nake, divê kiryarên şênber hebin û got: "Divê ev biryar bi awayekî şênber bêne pêkanîn û ji saziyên dadwerî yên navneteweyî re bên ragihandin da ku berpirsyarên van sûcan bidarizînin.”

Reşo destnîşan kir ku berdewamkirina polîtîkayên dijminatiyê yên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan dê aloziyê dirêjtir bike û aştiya li herêmê asteng bike.

(k)

ANHA