Muzexaneya Reqayê hate vekirin

Piştî sererastkirinê muzexaneya Reqayê ji nû ve deriyên xwe vekirin û ji eslê 8 hezar parçeyên şûnwarî ku di muzexaneyê de bûn 880 parçe hatin vegerandin.

Muzexaneya Reqayê hate vekirin
Muzexaneya Reqayê hate vekirin
Muzexaneya Reqayê hate vekirin
Muzexaneya Reqayê hate vekirin
Muzexaneya Reqayê hate vekirin
Muzexaneya Reqayê hate vekirin
Muzexaneya Reqayê hate vekirin
Muzexaneya Reqayê hate vekirin
Muzexaneya Reqayê hate vekirin
Muzexaneya Reqayê hate vekirin
15 mijdar, 2023   05:43
REQA
EHMED EL ESAF

Muzexaneya Reqayê dikeve aliyê rojhilatê bajêr nêzî mizfeta mezin li aliyê başûrê kolana Mesor. Muzexane di dema serweriya Osmaniyan li herêmê 1861′ê de hate avakirin û weke saraya hate bikaranîn û di 1981′ê de bû muzexaneya parçeyên şûnwarî ya Reqayê.

Di muzexaneyê de zêdetirî 8 hezar parçeyên şûnwarî yên serdem û şaristaniyên di ser Reqayê re derbas bûbûn, hebûn ji wan jî serdema Ebasî. Her wiha di muzexaneyê de gelek tabloyên mozaîk, tabûtên miriyan û alavên arkolojîk, fixarên neşxekirî û hin peykerên biçûk hene.

Di dema serweriya DAIŞ′ê de muzexaneya Reqayê hate wêrankirin, her wiha cihên şûnwarî jî hatin talankirin û hatin dizîn. Çeteyên DAIŞ′ê zêdetirî 7 hezar parçeyên antîkî dizîn û gelek ji wan xera kirin. Lê nivîsgeha şûnwaran a navenda çandê ya Reqayê hin parçeyên mayî vegerandin, kom kirin û bi pêngava rizgarkirina Reqayê re di cihekî veşartin û parastin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê bi hevkariya Navenda Çandê ya Reqayê di 4′ê Mijdara 2023′yan de piştî sererastkirina bi giştî  û vekirina pêşandana şûnwarî ya nû, muzexane vekir.

Li ser muzexaneya Reqa û jinûve vekirina wê, gerînendetiya Nivîsgeha Şûnwaran a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê Wîsam Başa axivî.

Wîsam wiha got: "Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve li Reqayê şer hebûn. Çeteyan zêdetirî 7 hezar parçe talan kirin û dizîn û nehatin dîtin. Piştî rizgarkirina herêmê, me karî tenê 880 parçe vegerandina û li cihekî ewle daniya; ji wan parçeyên biçûk û tabloyên mozaîkî, tabût û parçeyên kevirên mezin hebûn."

Li ser parastina van parçeyên şûnwarî yên mayî Wîsam Başa wiha domand: "Ev parçe dê beşek ji wan di muzexaneyê de bin û hin jî di depoyeke taybet bi parastina wan de bin."

Wîsam Başa got dê nivîsgeha şûnwaran hewl dide ji nû ve parçeyên şûnwarî yên winda bûne bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê ji nû ve vegerîne."

Hêjayê bi bîrxistinê ye, li Reqayê bi dehan cihên şûnwarên li seranserî keviyên çemên Firat û Belîx  hene; ji wan gir, kela, binerd, sûra Reqa û Deriyê Bexdayê.

(fr)

ANHA