`Neteweya demokratîk ji bo şerê Îsraîl-Filistînê çareseriya herî guncew e`

Analîzvanê siyasî yê ji Misirê Îlham El MIlîcî got bingeha pirsgirêka ku dihêle şerê Filistîn-Îsraîlê bê çareserî berdewam bike, xwespartina Hemas û Îsraîlê bingeha olî ye. Li gor El Milîcî ev bingeh dê aloziyê kûrtir bike û bihêle heta nifşên bê berdewam bike. El Milîcî got çareserî, neteweya demokratîk e.

`Neteweya demokratîk ji bo şerê Îsraîl-Filistînê çareseriya herî guncew e`
15 November 2023   05:42
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken înê daxuyanî da û destnîşan kir ku DYA  ji bo bidawîkirina şerê Îsraîl û Filistînê, dest bi danîna bingehên avakirina 2 dewletan kiriye.

Blinken wiha domand: “Bûyerên 7`ê Cotmehê, baweriya me xurttir kir ku divê aştiyeke giştî di navbera Îsraîl û Filistînê  de hebe û ev tenê bi jihevcûdakirina her du dewletan pêk tê.

Der barê pêşeroja jihevcudakirina her du dewletan de analîzvanê siyasî yê ji Misirê û endamê Însiyatîfa Ji bo Azadiya Ocalan a Erebî Îlham El Milîcî got: “Jihevcudakirina du dewletên xwedî nakokiyên kûr, bi taybet ku her du jî li ser bingeha olî ava bûne. Dewleteke cihû li beramber dewleteke olî. Ev dê şer gûrtir bike, heta ku bê derengxistin. Şer heta nifşên bê dê berdwam bike. Nemaze ku Hemas a ku dewletekê li ser bingeha olî pêşniyar dike, heye.”

El Milîcî wiha domand: “Li beramber pêşniyara Hemasê ya avakirina dewletekê li ser bingeha olî, divê li ser bingeha olî ji aliyê desthilata Îsraîlê ve, dewletek bê avakirin. Lê ev ne çareserî ye. Berovajî wê, em dikarin bêjin ku ev yek dê aloziyê girêtir bike û bihêle heta nifşên bê berdewam bike.”

El Milîcî ev li gotinên xwe zêde kir: “Bi nêrîna min, neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, çareseriya herî guncew e. Ji ber ku gel, taîfe, ol û bawerî dê bi hev re di bin banê wê de li ser bingeha biratî, wekheviyê, misogerkirina mafên tevahî kêmneteweyan, bijîn. Ev jî hêz dide dewleta ku dê li ser vê bingehê ava bibe.”

El Milîcî got çepgirê Filistînê û yê Ereb di salên 40`î de, ramana dewleta nîştimanî ya demokratîk ku cihû, musliman û xiristiyan bi hev re û wekhev bijîn. Lê dewletên netewperest li dijî wê derketin.

(şx)

ANHA