Kongreya Îslama Demokratîk ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan

Di çarçoveya piştgiriya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, Kongreya Îslama Demokratîk li Dêrikê li ser rastiya Rêbertî û perspektîfên wî yên ji bo çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn semînerek da.

Kongreya Îslama Demokratîk ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan
Kongreya Îslama Demokratîk ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan
Kongreya Îslama Demokratîk ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan
Kongreya Îslama Demokratîk ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan
Kongreya Îslama Demokratîk ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan
Kongreya Îslama Demokratîk ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan
Kongreya Îslama Demokratîk ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan
14 mijdar, 2023   21:57
QAMIŞLO

Civîna mehane ya Meclisa Şêwirê ya Kongreya Îslama Demokratîk bi gelek encamnameyan bi dawî bû; ji wan lidarxistina rêzeçalakiyên piştgiriya pêngava cîhanê ya di 10′ê Cotmehê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de ji bo danasîna rastiya Rêbertî ji hêla Kongreya Îslama Demokratîk li Dêrikê li navenda kongreyê semînerek hate lidarxistin.

Berdevkê fermî yê Meclisa Rûspiyên Eşîran a Dêrikê şêx Sînan Muhsin Ehmed nuqteyên bingehîn ên ku dê semîner li ser were dayîn ku endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulkerîm Sarûxan bi rê ve bir, şîrove kirin.

Ebdulkerîm Saroxan di semînerê de li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan a takakesî, nêzbûna wî ji ol re, çawaniya nêrîna wî jê re, perspektîfên wî yên der barê cudahiya di nava îslama siyasî û îslama demokratîk de ku dozên civakê çareser dike axivî.

Saroxan wiha domand. "Rêber Abdullah Ocalan di dema hêzên cîhanê û herêmî hewl didan civakan qir bikin û împratoriya xwe li ser mejiyên gelan û kêmneteweyan ava bikin derket. Ji lew re Rêber Abdullah Ocalan rêberekî dîrokî ye, ji ber ku berê dîrokê bi derketin û peyama xwe ya pîroz ku êdî di nava nîfşan de derbas dibe, guhart."

Ebdulkerîm wiha anî ziman: "Hêzên cîhanê hemû li ser Rêbertî kom bûn, ne ji bo ku ew rêberekî Kurd e yan jî tenê li ser doza Kurd dixebite, lê belê ji ber ku çareseriyan ji pirsgirêk û krîzên Rojhilata Navîn re û hwd re pêşkêş dike."

Saroxan diyar kir ku ji ber dîditin Rêber Abdullah Ocalan li ser berjewendiyên wan ên ku ji erkên wan ên bingehîn li Rojhilata Navîn şer û krîzan çêkin û dirêj bikin, girtin. Ji wê zêdetir jî li dijî fikra Rêber Abdulah Ocalan û projeya wî ya demokratîk a serketina gelan û pêkanîna azadiya wan hêzên cîhanê ew girtin.

′ROLA SAZIYÊN OLÎ DI ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊK Û DOZÊN CIVAKÊ DE′

Saroxan rola saziyên olî ku di nava civakê de xwedî giranî ye û dikare rola xwe di çareserkirina dozan de bilîze pîroz kir û divê ne tenê rola wan di di cihên olî û perwerdekirina ferdan li ser çawaniya pêkanîna ferzên îslamê be, ji ber ku pêxember Mihemed di dema xwe de bi dozên welatiyan re û çareserkirina wan re mijûl dibû û derketina îslamê li ser bingeha pêkanîna aştî û ewlehiyê bû.

Saroxan anî ziman ku divê saziyên olî yên demokratîk rola xwe di rênîşandana ferdana ber bi fêrbûna îslama rast de bide ya ku Rêber Abdullah Ocalan di analîzên xwe de li ser vê yekê diaxive.

Der barê piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de Saroxan got divê gelên xwe dispêrin fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rola xwe bilîzin, di serî de saziyên olî, da ku vê pêngavê bigihînin armancên wê; ew jî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya doza Kurd e.

Di dawiya semînerê de beşdaran got bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan aştî û ewlehî li Rojhilata Navîn pêk nayên.

(fr)