MSDˊê sersala gelê Sûriyeyê pîroz kir

MSDˊê sala nû ya 2026ˊan li hemû gelên Sûriyeyê pîroz kir û hêvî kir ku ev sal hêviyeke rastîn û rêyeke neteweyî bîne ku li gorî hêviyên Sûriyeyiyan ên aramî û aştiyê be.

MSDˊê sersala gelê Sûriyeyê pîroz kir
31 kanûn, 2025   20:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya hatina sala nû ya 2026ˊan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku tevahî gelê Sûriyeyê bi hatina sala nû re bigihînin hêviyên xwe.

Di daxuyaniya MSDˊê de hat destnîşankirin ku Sûriye li beramber firseteke dîrokî ya jinûve damezrandina rêya neteweyî ye ku rûpelên zordarî, tundî û terorê bitewîne û sînorekê ji siyasetên dûrxistin û paşguhkirinê re ku zirar gihandiye civak û dewletê deyne. Pêwistiya merheleyê bi berpirsiyariyeke komî û vîzyoneke siyasî ya têrker heye ku berjewendiyên welat di ser hemû berjewendiyan re bên girtin.

MSDˊê diyar kir ku bêyî vegereke birûmet û ewle ya koçber û penaberan li war û herêmên xwe hêviyên Sûriyeyiyan pêk nayên.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yekitiya Sûriyeyê bi hemû aîdiyetên xwe yên neteweyî, olî û siyasî hêmana bingehîn a her projeyeke niştîmanî ya serkeftî ye, divê rêgeza hemwelatîbûna wekhev bi cih werin, tevahî şêweyên nijadperestiyê werin redkirin, mafên ferdî û komî werin parastin.

MSDˊê di dawiyê de diyar kir ku bicihanîna xalên peymana 10ˊê Adarê karê pêşîn a siyasî û deriyê pratîkî ya avakirina bawerî û tesbîtkirina aramiyê ye û banga lidarxistina kongreyeke diyalogê ya neteweyî ya giştî kir ku tevahî hêz û pêkhateyên Sûriyeyê amade bibin, ji bo ku destûreke demokratîk û adilane saz bikin.

(ac/fr)

ANHA