Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê sala nû li gelên cîhanê û Sûriyeyê pîroz kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê sala nû ya 2026ˊan li tevahî gelên cîhanê pîroz kir. Rêveberiya Xweser serdana xalên parastinê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê sala nû li gelên cîhanê û Sûriyeyê pîroz kir
31 kanûn, 2025   20:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê sala nû ya 2026ˊan li tevahî gelên cîhanê û gelê Sûriyeyê bi taybet pîroz kir. Rêveberiyê hêvî kir ku sala nû ji bo hemûyan bibe sala xêr, aştî û hêviyê.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de girîngî da xebata ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ku hêviyên şehîdan û gelê Sûriyeyê pêk werin.

Li kêlekê wê rêveberiyê girîngî da rola jinê û diyar kir ku jin di jinûve avakirina civakê û xurtkirina yekitiya neteweyî de xwedî roleke bingehîn e û bang kir ku divê jin beşdarî tevahî warên jiyanê bibin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat gotin ku pêwîst e koçber vegerin warên xwe, zemîneke ewle û guncaw a jiyanê ji wan re peyda bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê Sûriye bibe welatekî ewle û demokratîk ku tevahî gel hembêz bike.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, ji bo teqdîrkirina kar û xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn sardana hin bendên kontrolê yên li kantonê kir.

Şandeya serdana bendên kontrolê kiriye ji hevserokatiya Meclisa Rêveber, Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê, hejmarek ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û desteyên Rêveberiya Xweser pêk tê. Şandeyê spasiya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku di vê şert û mercên hewayê yên seqemê de parastina herêmê û welatiyan dikin.

(ac/fr)

ANHA